PEZEŞKÎYAN: EM AMADE NE KU HEVKARIYA BI HERÊMA KURDISTANÊ RE DI HER QADAN DE PÊŞ BIXIN
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan ragihand ku welatê wî amade ye ku hevkariya xwe bi Herêma Kurdistanê re di warên zanistî, perwerdehiyê, aborî, bazirganî û çandî de pêş bixe. Wî got ku ji bo parastina berjewendiyên hevpar, hemû derfetên heyî dê bên bikaranîn.
Peştî civîna xwe ya li Tehranê bi Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re, Pezeşkîyan di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ku pêşxistina têkiliyên bi welatên cîran re yek ji pêşîniyên sereke yên siyaseta derve ya Îranê ye.
Wî diyar kir ku Îran li şûna alozî û tengezariyê, girîngiyê dide diyalogê, hevkariyê û xurtkirina têkiliyên bi welatên herêmê re.
Li gor Pezeşkîyan, di civînê de berfirehkirina hevkariya zanistî, perwerdehî, çandî, aborî û bazirganî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hate gotûbêjkirin. Wî got: “Ji bo dabînkirina berjewendiyên hevpar em amade ne ku hemû derfetên heyî bi kar bînin.”
Neçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Îranê çû Tehranê û li merasîma fermî ya xatirxwestinê ya ji bo rêberê berê yê olî Ali Hamaney beşdar bû.
Barzanî di daxuyaniya xwe de got ku di civînê de pêşxistina têkiliyên di navbera Îran, Iraq û Herêma Kurdistanê de bi awayekî berfireh hate nirxandin.
Wî got ku taybetî li ser berfirehkirina hevkariya aborî û xurtkirina girêdanên dîrokî, çandî û cîranî yên di navbera gelan de rawestiyan.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, aliyan zêdekirina bazirganiyê, pêşxistina hevkariya aborî û xurtkirina têkiliyên dîrokî û çandî jî gotûbêj kirin.
Di civînê de herwiha pêşveçûnên herêmî, parastina ewlehî û aramiyê hate nirxandin. Herdu alî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û diyalogê hevgirtin û hêvî kirin ku danûstandinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de bibin sedema aştiya domdar û aramiya herêmê.
Di çarçoveya serdana xwe de Neçîrvan Barzanî herwiha bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî û Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Baqir Qalibaf re jî civîn kir.
Share this content:



Post Comment