PEYAMA KNK LI ROJA ROJNAMENIVÎSIYA KURDÎ: BAL KÊŞANDIN SER TÊKOŞÎNA RASTIYÊ

PEYAMA KNK LI ROJA ROJNAMENIVÎSIYA KURDÎ: BAL KÊŞANDIN SER TÊKOŞÎNA RASTIYÊ

Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi awayê peyamekê Roja Rojnamevanî ya Kurdî ya 22’ê Nîsanê pîroz kir û bal kişand ser rola rojnamevanên ku ji bo rastiyê têkoşin.

Di daxuyaniyê de hate bîranîn ku di 22’ê Nîsan 1898’an de, bi pêşengiya Miqdad Midhat Bedirxan, rojnameya yekem a bi zimanê Kurdî “Kurdistan” hate çap kirin. KNK vê rojê wek “mêşaleyek ronahî dida” binav kir û roja hemû rojnamevanên ku bi cesaret rastiyê dinivîsin pîroz kir.

KNK diyar kir ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi siyaseta asîmîlasyon û zordariyê re rû bi rû maye û di şertên niha de rola rojnamevanî ya Kurdî zêdetir girîng bûye.

Di daxuyaniyê de, rojnamevanên ku ji bo gotina rastiyê jiyana xwe winda kirine bi rêzdarî hatin bîranîn û ji rojnamevanên li zindanê re jî silav û piştgirî hat şandin.

KNK di dawiyê de ragihand ku ew ê piştgirîya xwe ji bo çapemeniya azad bidomîne û Roja Rojnamevanî ya Kurdî careke din pîroz kir.

Share this content:

Post Comment