NETANYAHU: ÊRÎŞA ME YA LI ÎDLIBÊ MESAGEKE BÛ JI BO TIRKIYEYÊ

NETANYAHU: ÊRÎŞA ME YA LI ÎDLIBÊ MESAGEKE BÛ JI BO TIRKIYEYÊ

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku êrîşa wan a li ser Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebu Zuhur, li rojhilatê Îdlibê li bakurê Sûriyê, peyamek bû ji bo Tirkiyeyê. Netanyahu diyar kir ku ew ê li ber hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya ku ber bi başûrê Sûriyê ve berfireh dibe, çav neriwên.

Netanyahu di bernameyeke televîzyonê ya li Îsraîlê de li ser êrîşa li ser Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebu Zuhur axivî. Wî beşa axaftina xwe ya derbarê Tirkiyeyê de li hesabê xwe yê medyaya civakî jî parve kir û got ku Îsraîl berê Tirkiyeyê hişyar kiriye ku li Sûriyê hebûna leşkerî ava neke.

Netanyahu got ku ew ê li ber hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya ber bi başûrê Sûriyê ve pêş dikeve çav neriwên û ev yek ji bo Îsraîlê gefek e.

Netanyahu diyar kir ku Îsraîl berê jî helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan daye û got ku êrîş jî di vê çarçoveyê de peyamek dihewand.

Serokwezîrê Îsraîlê got: “Peyama me tenê ji yek peyvê pêk dihat: ‘Nekin’. Lê dixuye ku wan ev peyam nebihîstiye an jî nekariye fam bike. Ji ber vê yekê, bi êrîşa ku me pêk anî, me peyamê hîn baştir gihand.”

Share this content:

Post Comment