MYK’A DEM PARTIYÊ CIVÎYA: DI AJENDAYÊ DE ŞERÊ LI ÎRANÊ Û PÊVAJOYA AŞTIYÊ HEYE

MYK’A DEM PARTIYÊ CIVÎYA: DI AJENDAYÊ DE ŞERÊ LI ÎRANÊ Û PÊVAJOYA AŞTIYÊ HEYE

Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi (DEM Parti) Komîteya Rêvebirina Navendî (MYK), li navenda giştî ya partiyê bi serokatiya hevserokan Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan civî.

Di civînê de pêşketinên herêmê û pêvajoyên siyasî yên li Tirkiyeyê têne nirxandin. Di ajendaya MYK’ê de qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, şerê di navbera Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê bi Îranê re û bandorên vê şerê li ser herêmê, her weha rewşa Kurdên li Îranê cih digire.

Li gorî çavkaniyên partiyê, di civînê de dê bandorên gengaz ên şerê li ser balansên siyasî yên Rojhilata Navîn û pêşketinên siyasî li herêmên ku Kurd lê dijîn jî bêne nirxandin. Bi taybetî, rewşa niha ya Kurdên li Îranê û xeterên ewlehiyê yên herêmî ji mijarên girîng ên MYK’ê ne.

Di heman demê de tê bendewarkirin ku di civînê de peyama Abdullah Öcalan a li ser salvegera Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî bê gotûbêjkirin. Di çarçoveya vê peyamê de dê nirxandinên li ser pêşeroja pêvajoyê bêne kirin.

Di civîna MYK’ê de her weha hat gotin ku dê planên xebatên siyasî û civakî yên ku di demên pêş de dê di çarçoveya vê pêvajoyê de bêne meşandin û gavên ku rêxistinên partiyê dê bavêjin jî bêne nirxandin.

Share this content:

Post Comment