MESRÛR BARZANÎ: XURT KIRINA KAPASÎTEYA PARASTINA HEWAYÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊDIVIYEKE ACÎL E

MESRÛR BARZANÎ: XURT KIRINA KAPASÎTEYA PARASTINA HEWAYÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ PÊDIVIYEKE ACÎL E

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku ji bo herêmê li hember êrişên ÎHAyan ên ku ji aliyê Îranê an jî komên çekdar ên girêdayî Îranê ve tên kirin biparêze, xurtkirina kapasîteya parastina hewayê pêdiviyeke acîl e.

Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi Al-Monitor re de got ku ji destpêka şerê DYE û Îsraîlê li dijî Îranê di 28ê Sibatê de ve hejmara êrişên li ser Herêma Kurdistanê ji 1,000î zêdetir bûye. Wî got ku êrişa dawî di 17ê Tebaxê de li ser nivîsgeha serokwezîr û mala serokê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê pêk hat. Li gorî Barzanî, êriş tenê li ser baregehên leşkerî nehatine kirin, lê binesaziya herêmê, sektora enerjiyê û deverên niştecihbûnê jî hatine hedefgirtin.

Barzanî bi vê yekê bal kişand ku Herêma Kurdistanê ji bo tu welatekî cîran ne tehdîd e û got ku ew li dijî hewildanên ku herêmê dixin nav şerê ne. Wî got ji bo parastina gel û binesaziya herêmê divê kapasîteyeke ewlehiyê ya têr û tije were avakirin.

Derbarê daxuyaniya Îranê ya ku ew berpirsiyarê êrişan nîne de jî Barzanî got ku ÎHAyên hatine bikaranîn ji cureya Hadid Turbo 110 a hilberîna Îranê ne û ji Îranê hatine. Wî got ku berpirsên Îranê divê rave bikin ka çawa ev ÎHAyên ku li cem kesên din tune ne dikarin ji aliyê alîyekî din ve werin bikaranîn.

“DERXISTINA PATRIOTAN DIKARE VALAHIYA EWLEHIYÊ ÇÊBIKE”

Barzanî derbarê derxistina pergalên parastina hewayê Patriot û hin hêzên leşkerî yên DYEyê ji Herêma Kurdistanê de fikarên xwe anî ziman. Wî got ku heta niha herêmê xwedî pergaleke parastina hewayê ya bi bandor nebûye û derxistina Patriotan dikare herêmê bixe ber xeterên mezintir.

Barzanî ji DYE û welatên dost xwest ku di avakirina kapasîteya parastina xwe ya Herêma Kurdistanê de alîkarî bikin. Wî bal kişand ser pêdiviya pergalên parastinê ji bo parastina gel, sektora enerjiyê û hemû herêmê.

Li gorî agahiyên Al-Monitor, hêzên DYEyê dest bi vekişîna ji cihên xwe yên nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê kirine. Hat ragihandin ku pergalên Patriot jî hatine veguhastin, lê hin pergalên din ên parastina hewayê hîn li cihê xwe ne.

“DIVÊ HIKÛMETA IRAQÊ XWEDÎ HEMÛ ÇEKAN BE”

Barzanî Serokwezîrê Iraqê Ali Zeydî wekî “rêberekî rast û bawerbar” binav kir û got ku piştgirî dide gavên wî yên li dijî gendeliyê, ji bo xurtkirina serweriya qanûnê û bêçekkirina komên çekdar.

Wî got komên çekdar divê heta 30ê Îlonê çekên xwe teslîm bikin û hemû çek divê di bin kontrola dewletê de bin. Herwiha komên çekdar divê werin yekgirtin di hêzên ewlehiyê de.

Barzanî got ku ew naxwazin li Iraqê şerê leşkerî û kaos bibînin, lê hikûmet divê ji bo parastina serweriya welat û gel gavên pêwîst bavêje.

“EM DIXWAZIN TÊKILIYÊN BI DYEYÊ RE KURTIR BIBIN”

Barzanî girîngiya têkiliyên di navbera DYE û Herêma Kurdistanê de destnîşan kir û got ku kêmkirina hebûna hêzên DYEyê li herêmê divê ne wateya dawîhatina têkiliyan be.

Wî got Herêma Kurdistanê dê wekî yek ji hevkarên herî bawerbar ên DYEyê li herêmê bimîne û daxwaza wan ew e ku hevkariya ewlehiyê digel hevkariya siyasî û aborî jî were xurtkirin.

Barzanî herwiha bang li şirketên Amerîkî kir ku ji bilî sektora enerjiyê di warên çandiniyê, teknolojiyê û binesaziyê de jî veberhênan bikin. Wî got têkiliyên aborî dikarin beşdarî xurtkirina îstiqrara herêmî û kêmkirina tengezariyê bibin.

“NEAVAKIRINA HIKÛMETA KURDISTANÊ XEMGÎN E”

Barzanî ji derengmayîna avakirina hikûmeta nû piştî derbasbûna 20 mehan ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re nîgeranîya xwe anî ziman. Wî got hikûmet divê zû were avakirin û parlamentoyê dîsa dest bi kar bike.

Barzanî got hin hevkarên siyasî tercîh kirine ku li benda hilbijartinên Iraqê bimînin û daxwaz kir ku ew kesên ku rê li ber karê parlamentoyê digirin bên berpirsiyar kirin. Wî bang kir ku berjewendiyên gelê Kurdistanê li ser berjewendiyên kesane û partî werin danîn û bang li hemû aliyên siyasî kir ku hevkariyê bikin.

“EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊVAJOYÊN LI TIRKIYE Û SÛRIYE”

Barzanî got ku têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re baş in û Herêma Kurdistanê hewl daye ku di pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê û avakirina pergaleke nû li Sûriyeyê de roleke erênî û avaker bilîze.

Wî got ku Herêma Kurdistanê bi gelên li her du aliyên sînorê re têkiliyên dîrokî û ezmûnek berfireh heye û dê piştgirî bidomîne ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê.

Share this content:

Post Comment