LI SÛRIYÊ DI HÊLA GAZA XWEZAYÎ DE TEQÎN PÊK HAT: KARBERAN GOT ‘SABOTAJ’ E
Teqîna ku li hêla gaza xwezayî ya di rojhilatê Sûriyê de, di navbera El-Şula û Dêrazorê de pêk hat, bû sedema rawestandina şandina gazê bo santralên elektrîkê. Makarên Sûriyê bûyer wekî “sabotaj” nirxandin û piştî teqînê xebat ji bo vemirandina agir û ji nû ve destpêkirina herikîna gazê hatin destpêkirin.
Li gorî agahiyên ajansa fermî ya SANA ya girêdayî Şamê, bûyer êvara duşemê qewimî. Ji ber teqîna valva qutkirinê ya di hêla gazê de agir derket. Ji ber vê yekê şandina gaza xwezayî ji tesîsata El-Cebse bo santralên elektrîkê bi demkî rawestiya.
Berpirsan ragihand ku piştî teqînê xebat berdewam dikin da ku agirê di hêla gazê de bê kontrolkirin û herikîna gazê ji nû ve were sazkirin.
Teqîn di demekê de qewimî ku li Sûriyê li dijî zêdebûna bihayên sotemeniyê protesto tên kirin. Makarên Sûriyê berê zêdebûna bihayên sotemeniyê bi pêşketinên li bazarên enerjiyê yên ku ji ber şerê Îranê li herêmê çêbûne ve girêdabûn.
Şerê ku di navbera salên 2011 û 2024an de li Sûriyê domand, kapasîteya hilberîna neft, gaza xwezayî û elektrîkê ya welatê bi awayekî girîng kêm kir. Beriya şer, qasî 30 milyon metrekûp gazê rojane di hilberîna elektrîkê de dihat bikaranîn, lê îro hilberîn nêzîkî 8,5 milyon metrekûp e. Tê gotin ku hewcedariya rojane ya Sûriyê bi gaza xwezayî di navbera 22 û 25 milyon metrekûp de ye.
Di çarçoveya pêşdebirina nû ya binesaziya enerjiyê de, rêveberiya Sûriyê di meha Hezîranê de bi şirketeke enerjiyê ya navenda wê li DYA ye, ConocoPhillips, peymanek ji bo pêşdebirina sektora gaza xwezayî îmze kiribû.
Share this content:



Post Comment