LI STENBOLÊ JI BO GERÎLAYÊN HPG Û YJA STAR BÎRANÎN
Bi pêşengiya MEBYA-DER li navçeyên Bağcılar û Sancaktepe yên Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Star ên ku li cih û demên cuda şehîd bûne, merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Di merasîmên bîranînê yên bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Hevkariyê, Yekîtiyê û Çandê ya Malbatên Kesên Xwe di Beşika Medeniyetan de Winda Kirine (MEBYA-DER) de malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdar bûn.
Di bîranîna li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Bağcılar de pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên Azadiyê bi bîr tînin” û “Tekoşîna wan rêya me ronî dike” hatin daliqandin. Wêneyên şehîdan bi karanfil û mûman li ser masê hatin danîn û di dema bîranînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hat berz kirin.
Li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sancaktepe jî ji bo şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin. Ji bilî malbatên gerîlayên HPG û YJA Star, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Li salona bîranînê pankartên “Rêya şehîdan rêya me”, “Şehîd namirin”, “Em şehîdên Azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîd nirxên netewî ne” hatin daliqandin.
Share this content:



Post Comment