LI QAMIŞLOYÊ 26 GERÎLAYÊN YJA-STAR Û HPG’Ê HATIN BÎRANÎN: “EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN”

LI QAMIŞLOYÊ 26 GERÎLAYÊN YJA-STAR Û HPG’Ê HATIN BÎRANÎN: “EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN”

Li bajarê Qamişloyê yê herêma Cizîrê, ji bo 26 gerîlayên YJA-Star û HPG’ê yên ji Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê bûn, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de merasîmeke leşkerî pêk hat û belgeyên şehadeta gerîlayan hatin xwendin. Axaftvanan soz dan ku armancên şehîdan pêk bînin û têkoşîna wan mezintir bikin.

NECAH GULO: EM Ê DOZA ŞEHÎDAN BIDOMÎNIN

Necah Gulo, ku di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî, got ku hebûna wan bi saya têkoşîna şehîdan hatiye parastin û wan dê li gorî ramanên Rêber Apo têkoşîna azadiyê bidomînin.

Gulo diyar kir ku di demên borî de dixwestin Kurdan ji holê rakin, lê gel bi berxwedanê rabû ser piyan. Wî got ku komploya navneteweyî bi armanca hedefgirtina gelê Kurd li ser kesayeta Rêber Apo hat kirin, lê tevî vê yekê jî Kurdan ji bo azadî û welatê xwe têkoşîn domand.

Gulo destnîşan kir ku piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, êrîşên dewleta Tirk zêde bûn. Wî got gel tevî ku berdêlên giran daye, saziyên xwe ava kiriye û bûye hêzeke xurt. Gulo bi bîranîna gotina Mazlum Doğan a “Berxwedan jiyan e” diyar kir ku heta Rêber Apo azad nebe û ew jî bigihîjin azadiyê, dê têkoşînê bidomînin û soza xwe ya ji şehîdan re nû kir.

BÊRÎVAN XALID: EM NAHÊLIN BİHAyÊN ŞEHÎDAN BINPÊ BIBIN

Bêrîvan Xalid, endama Koordînasyona Kongra Star, got ku herêm di pêvajoyeke xeternak re derbas dibe û xwedîderketina gelan ji şehîdên xwe peyameke girîng e. Xalid diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên li ser mîrata şehîdan û nirxên gelan bi biryardarî rawestin. Wê Hikûmeta Demkî berpirsiyarê êrîşên li ser jinan û xeta ku jin temsîl dikin nîşan da.

Xalid got ku ew ê pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kiriye û niha bi pêvajoya entegrasyonê dewam dike bigihînin serkeftinê. Wê destnîşan kir ku ev proje bi têkoşîna şehîdan hatiye pêşxistin. Wê got ew ê ji bo parastina nirxên şehîdan û mezinkirina têkoşîna wan bi biryardarî tevbigere.

MELE MIHEMED XERZÎ: JI DOZA AZADIYÊ VEFENEKIN

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk, Mele Mihemed Xerzî, di axaftina xwe de serxweşiya xwe ji malbatên şehîdan re ragihand. Wî got peyama şehîdan ji gel re ew e ku ji têkoşîna azadiyê venegerin û bal kişand ser girîngiya parastina yekîtiya gelan.

Xerzî bal kişand ser vê yekê ku piştî her şehîdekî malbatên din jî tevlî têkoşînê dibin. Wî diyar kir ku mirina kesekî nayê wê wateyê ku doza wî jî bi dawî bûye; têkoşîna şehîdan û daxwaza azadiyê dê bidome.

ZOZAN ELÎ: EM Ê TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN

Zozan Elî, endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê, got ku ew li ser soza xwe ya ji şehîdan re radiwestin û heta ku têkoşîna wan bi serkeftineke mezin tacîdar nebe, dê li pey wan bimeşin. Elî ji malbatên 26 şehîdan û hemû malbatên şehîdan re got ku ew ne tenê dayikên zarokên xwe ne, lê dayikên hemû şehîdan in.

Elî diyar kir ku gelê Kurd û gelên din ên herêmê bi berdêlên giran gihîştine destkeftiyên îroyîn. Wê got têkoşîn ji bo ku jin, ciwan û gel bikaribin nasname û zimanên xwe bi azadî bijîn, didome. Elî behsa pêvajoya ku Rêber Apo di 27ê Sibatê 2025’an de ji Îmraliyê dest pê kiriye kir û got ev pêvajo piştî 50 salan têkoşîna çekdarî derketiye holê û Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilata Navîn dihewîne.

Elî got di nav 26 şehîdan de gerîlayên Ereb jî hene û ev yek nîşan dide ku fikra yekîtiya gelan tenê ji bo gelê Kurd nîne, lê hemû gelan dihewîne. Wê bûyerên Heleb û Hesekê wekî êrîşên li ser biratiya gelan nirxand, êrîşên li ser nirxên şehîdan şermezar kir û Hikûmeta Derbasdar berpirsiyarê wan êrîşan da zanîn.

Elî got di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de hişyarî û piştgiriya xurt çêbûye û îradeya gel nayê şikandin. Wê her wiha behsa têkoşîna xwendekaran ji bo parastina zimanê xwe kir û li ber hemû malbatên şehîdan soz da ku têkoşînê bidomînin.

Elî diyar kir ku ew ê ji bo Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat û Rojhilata Navînek azad têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe, dê têkoşînê bidomînin. Wê axaftina xwe bi şermezarkirina Komploya Navneteweyî û bi nîşandana soza xwe ya dilsozî û pabendbûna heta dawiyê bi şehîdan re bi dawî kir.

Share this content:

Post Comment