LI NÊZÎKÎ OTÊLA KU MACRON TÊ DE MAYÎ LI ŞAMÊ TEQÎNEK ÇÊBÛ

LI NÊZÎKÎ OTÊLA KU MACRON TÊ DE MAYÎ LI ŞAMÊ TEQÎNEK ÇÊBÛ

Li paytexta Sûriyeyê Şamê li nêzîkî otêla ku Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron lê dimîne teqînek pêk hat. Heta niha sedema teqînê nehatîye diyarkirin, lê hate ragihandin ku di dema bûyerê de Macron ji bo civîna bi Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed Şara re li Qesra Serokkomariyê bû.

Li gorî agahiyên Al Jazeera, li Şamê çend teqîn li pey hev bihîstin û dûman ji gelek deverên bajêr bilind bû. Heta niha karbidestan daxuyaniyek fermî li ser sedema teqînan nekirine.

Li gorî agahiyên destpêkê, yek ji teqînan li nêzîkî otêla ku Emmanuel Macron lê dimîne pêk hat. Lê di wê demê de Macron ji bo hevdîtina fermî bi Ahmed Şara re li Qesra Serokkomariyê bû.

Heta niha di derbarê windahiyên jiyanê an birîndaran de agahiyeke fermî nehatiye belavkirin. Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Share this content:

Post Comment