LI MAXMÛRÊ NOBEDA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA ÖNDER APO’YÎ DI ROJA 1085’AN DE BERDEWAM E
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Maxmûr), nobeda ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Önder Apo hate destpêkirin, gihîştiye roja 1085’an. Di vê qonaxê de koma 209’an nobedê wergirt û di merasîma devirkirinê de peyamên li ser têkoşîna azadiyê hatin dayîn.
Merasîma devirkirinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi rêzgirtina deqeyekê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî wê, daxuyanî ji aliyê Rojda Îlhan ve hate xwendin.
Rojda Îlhan di axaftina xwe de got ku li Rojhilata Navîn şerekî mezin tê jiyan kirin û hêzên desthilatdar nakokiyên dîrokî, olî, neteweyî û etnîk dîsa geş dikin. Wê got şerên cîhanê sedema mirina milyonan kes bûne û şerên îroyîn jî bi heman armancan tên meşandin.
Îlhan herwiha behsa pêvajoya ku Önder Apo dest pê kiriye kir û got ku bi vê pêvajoyê re şert û mercên heyî guherîne. Wê bal kişand ku heta Önder Apo azadiya xwe ya fîzîkî bistîne, ew ê bi îradeyeke xurt nobed û çalakiyên xwe bidomînin.
Merasîm bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Share this content:



Post Comment