LI LONDRAYÊ CIVÎNA PIŞTGIRIYÊ JI BO ROJAVA

LI LONDRAYÊ CIVÎNA PIŞTGIRIYÊ JI BO ROJAVA

Li Londra’yê, Londra Kürt Toplum Merkezi mêvandariya şevekê berfireh kir ku ji bo piştgiriya Rojava hate rêxistin. Ev çalakî bi hevkarîya Kürt Halk Meclisi, Jiyan Kadın Meclisi û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî û hevalên wan beşdar bûn.

Bername bi iftara ku ji ber meha Remezanê hate dayîn dest pê kir. Di bernameyê de pêşketinên dawî li Rojava, pêvajoya siyasî û berxwedana herêmê hate nîqaş kirin. Heyetek ji Rojava axivî û li ser rewşa meydanê agahdarî da, girîngiya piştgiriya hevbeş jî bal kişand. Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn jî bi girêdana online beşdar bû û bal kişand ser rola diyarker a tekoşîna bi pêşengiya jinan.

Di çalakiyê de, Peray Ahmet diyar kir ku piştgiriya wan ji bo tekoşîna maf û azadiyê ya gelê Kurd berdewam e. Endama meclîsa şaredariyê Ajda Ovat jî axaftina xwe bi Kurdî dest pê kir û girîngiya tekoşîna hevbeş a gelan anî ziman.

Serbaz Rojava, li ser navê ciwanên ku beşdarî seferberiya Rojava bûne, diyar kir ku tekoşîna azadiyê li gelek qadên cuda berdewam e. Rojnamevan û nivîskar İlham Bakir jî li ser pêşketinên herêmî û siyasî nirxandin kir û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya lêgerîna çareseriya demokratîk ya gelê Kurd.

Di şevê de hunermend Zeyno Durar û Erkane Heci li ser sehneyê derketin û berhemên xwe pêşkêş kirin. Beşdarvanan gelek caran sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” bilind kirin.

Bername bi peyamên yekîtî û piştgiriyê bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment