LI BRUKSELÊ MÊZA GIRTÎ YA BI SERNAVÊ “TIRKIYE Û KURD” TÊ LIDAN
Avrupa Parlamentosu di 25’ê Sibatê de dê mêzeke girtî li ser diyalog û lêgerîna aştiyê di navbera Tirkiyê û Kurdan de li dar bixe. Çalakîya bi sernavê “Turkey and the Kurds in Dialogue: Peace, Reconciliation and Democracy” dê li Brukselê, di salona SPINELLI 3H1 de, di navbera saet 17:00 û 19:00’an de pêk were.
Mêvandariya civînê dê ji aliyê Endamê Parlamentoya Ewropayê Evin İncir ve were kirin, moderatîriyê jî rojnamevan Amberin Zaman dê bike. Di bernameyê de wergera hevdem bi zimanên Îngilîzî, Almanî û Îtalyanî dê were peyda kirin.
Panel bi beşdariya berfireh
Di panelê de endamên cuda yên Parlamentoya Ewropayê, akademîsyen û siyasetmedar dê axivin. Di nav beşdaran de Andreas Schieder, Leoluca Orlando, Per Clausen û Thijs Reuten hene. Ji Tirkiyê jî parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan Mithat Sancar dê beşdar bibe.
Her weha endamê rêveberiya EUTCC’ê Dersim Dağdeviren û Dr. Ayhan Işık jî di nav axaftvanan de cih digirin.
Piştgiriya navneteweyî
Di nav piştgirên çalakiyê de navên navdar jî hene. Xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê, parêzerê mafên mirovan Şirin Ebadi, Elçiya Niyeta Baş a Encûmena Ewropayê Bianca Jagger û siyasetmedara Kurd a xwedî Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewropayê Leyla Zana di nav piştgiran de ne.
Aştî û rola Ewropayê di rojevê de ne
Di mêza girtî de rêyên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, avakirina nû ya pêvajoya aştiyê û rola ku saziyên Ewropayê dikarin di vê pêvajoyê de bilîzin dê were gotûbêjkirin.
Organîzatoran armanc dikin ku ev civîn alîkariya xurtkirina kanalan diyalogê di navbera Tirkiyê û Kurdan de bike û hişyariya raya giştî ya Ewropayê li ser vê mijarê zêde bike.
Share this content:



Post Comment