KURDÊ SİYASETÇÎ YÊ SÛRGUNÊ OĞUZ OK JIYANÊ XWE JI DEST DA

KURDÊ SİYASETÇÎ YÊ SÛRGUNÊ OĞUZ OK JIYANÊ XWE JI DEST DA

Oğuz Ok, yek ji kesayetiyên naskirî yên Îdirê û siyasetmedarê Kurd, ji ber çalakiyên xwe yên siyasî li Fransayê ku di sürgûnê de jiya, piştî krîza dilê jiyanê xwe ji dest da.

Oğuz Ok, ku li Îdirê gelek salan di çalakiyên siyasî û civakî de cih girtibû û berê endamê meclîsa şaredariyê û Hevserokê DBP’ê ya Îdirê bû, roja Şemiyê ya 15ê Tebaxê li banliyoya Drancy ya Parîsê, paytexta Fransayê, rastî krîza dilê hat. Ok tevî hemû müdaxaleyên bijîşkî jiyana xwe ji dest da.

Ok ji ber dozên siyasî yên li dijî wî li Tirkiyeyê hatibûn vekirin, neçar mabû ku welatê xwe bihêle û ji nêzîkî salek û nîvek ve li Fransayê di sürgûnê de dijî. Ok zewicî û bavê zarokekî bû. Tê hêvîkirin ku cenazeya wî piştî temamkirina otopsî û prosedurên fermî li Fransayê, were şandin Îdirê, welatê wî.

Ok ji salên xwe yên ciwaniyê ve li Îdirê beşdarî xebatên siyasî û civakî bû û du dewreyên endamtiya meclîsa şaredariyê kir. Di navbera salên 2016 û 2017an de Hevserokatiya DBP’ê ya Îdirê kir û ji ber çalakiyên xwe yên siyasî rastî gelek lêpirsîn û dozên dadgehê hat.

Ok ji ber xebatên xwe yên siyasî rastî zext û pêvajoyên dadgehê hatibû û neçar bû ku Tirkiyeyê bihêle û biçe Fransayê. Mirina Ok, ku nêzîkî salek û nîvek di sürgûnê de jiya, di nav derdorên siyasî û civakî yên Îdirê de bi xemgîniyê hat pêşwazîkirin.

Share this content:

Post Comment