KNK JI BO SEROKÊ KOMARA IRAQÊ NİZAR AMÊDÎ PEYAMA PÎROZBAHÎYÊ ŞAND
KNK Peywira Rêvebiriyê, bi daxuyaniyeke nivîskî Nizar Amêdî ku bû serokkomarê Irak pîrozbahî kir û serkeftinê ji wî re xwest.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hilbijartina wî ji bo aramiya herêmê girîng e.
“Em hilbijartina we bi dilxweşî pêşwazî dikin û pîrozbahî dikin. Hêvîdar in ev hilbijartin bibe sedemek ji bo Iraqek demokratîk û stabîl.
Hêviya gelê me ev e ku di serdema we de, bi taybetî madeya 140’an ya destûrê, hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bağdayê de li ser bingeha destûrê werin çareser kirin.
Her weha divê mafên hemû pêkhateyên Iraqê, Asuri-Keldani-Süryaniler û hemû ol û baweriyên din bên parastin. Bi taybetî Êzidîler û gelê Şengal ku êşên mezin dîtine, divê maf û nasnameya wan bên parastin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bê çareserkirina pirsgirêka Kurdî, aştiya mayînde li Orta Doğu ne mumkin e.
Share this content:



Post Comment