KARWANA DUYEMÎN A KOÇBERAN BERBI EFRÎNÊ VE ÇÛ
Di çarçoveya vegera koçberên Efrînê de, karwana duyemîn ji Qamişlo derket û berbi Efrînê ve çû.
Koçberan di serê sibehê de li çaraliyê Yusuf Gulo li Qamişlo civiyan û piştre bi karwanê dest bi rê kirin. Ev veger di çarçoveya peymanê ya di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hatîye kirin.
Li gorî agahdariyên Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehba, karwan ji 200 malbatan pêk tê, 80 erebeya taybet, 48 erebeya barê û 14 otobusan tê de hene.
Piraniya wan kesên ku di karwanê de ne, ew in ku berê ji Raco û navenda Efrînê koç kiribûn.
Share this content:



Post Comment