KARASU: PIRSGIRÊKA KURDAN NAYÊ AMRAZKIRIN BO BERJEVENDIYÊN SIYASÎ
Endamê Meclîsa Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û derengmayîna gavên çareseriya pirsgirêka Kurdan rexne kir. Wî got ku pirsgirêka Kurdan, ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye, nayê ji bo berjewendiyên siyasî amrazkirin.
Karasu diyar kir ku bangên rêxistinên mafî, baroyan û aliyên siyasî beriya civîna Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ya li ser mafê hêviyê girîng in, lê hewce ye ku têkoşînek bihêztir û bi encam were meşandin. Wî got ku heke şert û mercên Abdullah Öcalan neyên baştir kirin û ew nebe beşek çalak a pêvajoyê, pêşketina pêvajoya aştiyê zehmet dibe.
Karasu got ku tevî rapor û nîqaşên li Meclîsê, hêj qanûnên pêwîst nehatiye derxistin. Wî destnîşan kir ku hikûmet hin gavên ku qanûn jî naxwazin, neavêje. Li gorî Karasu, ji bo lezgirtina pêvajoyê divê çarçoveyek qanûnî ya fireh were afirandin ku demokratîkbûnê, beşdarbûna siyasî û mafan biparêze.
Li ser destwerdana dadweriyê di siyasetê de jî axivî û got ku rêkûpêkkirina partiyên siyasî bi rêya dadgehê ne rast e. Wî got ku çareseriya pirsgirêka Kurdan ne tenê pirsgirêka partiyekê ye, belkî pirsgirêka hemû civakê ye û divê ji hesabên hilbijartinê dûr were girtin.
Karasu di derbarê “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” ya li Stenbolê de jî got ku Tirkiye hewceyê veguherîneke demokratîk e ku hemû nasname, bawerî û komên civakî bihewîne. Wî got ku têgihîştina Komara Demokratîk dikare aştiya civakî û aramiya welat xurt bike.
Karasu her wiha bersiv da gotin û nêrînên cudaxwazî yên li dijî Kurdan û jinên Kurd. Wî got ev nêrîn nîşana pêşdaraziyên kûr in û nayên qebûlkirin. Li gorî wî, jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bûne mînakek girîng.
Di dawiyê de Karasu li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan got ku divê li ser bingeha demokratîk were ava kirin. Wî got ku yekîtiyek ku hemû aliyên siyasî û civakî tê de cih digirin, dikare daxwazên hevpar ên gelê Kurd bihêztir bike.
Li ser pêşveçûnên Rojhilata Navîn jî axivî û got ku ew li dijî destwerdanên derve ne, lê her wiha divê dewletên herêmê di warê demokratîkbûn û mafên mirovan de gav bavêjin. Wî got ku cezayên darvekirinê û siyaseta zordariyê pirsgirêkan kûrtir dikin û çareserî divê bi rêya diyalog û rêbazên demokratîk were dîtin.
Share this content:



Post Comment