ABD LI DIJBERÊN IRAQ Û HIZBULLAHÊ LUBNANÊ KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN, CEZAYÊ DANÎ
Wezareta Darayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD) hin kes û torên ku tê îddîakirin piştgiriya darayî didin Ketaîb Hizbullahê Iraqê û Hizbullahê Lubnanê xist lîsteya cezayan.
Di daxuyaniya ABDyê de hat ragihandin ku hin kes û şebekeyên ku tê îddîakirin piştgiriya darayî didin Ketaîb Hizbullahê Iraqê (Tugayên Hizbullahê) û Hizbullahê Lubnanê di çarçoveya cezayan de hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bazirgan û berpirsên Iraqî yên ku bi torên girêdayî Hêza Qudsê ya di nava Pasdarên Şoreşa Îranê de û bi çalakiyên leşkerî re piştgirî dikin, jî di lîsteya cezayan de cih girtine.
Hat ragihandin ku ji ber “dabînkirina alîkariya darayî an piştgiriya xizmetê ji Hizbullahê Lubnanê re”, Huseyn Îbrahîm, Abdullah Hamiye û Keys Vehbî jî di nav kesên ku cezayên li ser wan hatine sepandin de ne.
Di çarçoveya biryara ABDyê de 9 welatiyên Iraqê, 4 welatiyên Lubnanê û 1 welatiyê Sûriyê, herwiha bi tevahî 4 şirket hatin xistin lîsteya cezayan.
Share this content:



Post Comment