JI KURDISTANIYAN GAZÎ KONSEYA EWRÛPAYÊ: JI BO SEPANDINA BIRYARA AİHM’Ê HÊZA XWE YA CEZAKIRINÊ BIKAR BÎNIN
Kurdistaniyên ku ji Almanya, Fransa, Hollanda û Swîsreyê hatin Strasbourgê, li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê civiyan û daxwaz kirin ku biryara “Mafê Hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (AİHM) ya derbarê Abdullah Öcalan de were sepandin. Wan ji Konseya Ewrûpayê xwest ku hemû mekanîzmayên çavdêrî û cezayê bikar bîne da ku Tirkiyeyê zext bike û biryarê bicîh bîne.
Çalakiya ku ji aliyê nûnerên saziyên Kurd û siyasetmedarên li sirgûnê ve hatibû destpêkirin, bi bangewaziya KCDK-E û TJK-E û beşdarbûna Kurdistaniyên ji gelek welatên Ewrûpayê hatin Strasbourgê, berdewam kir. Di çalakiyê de bi gelemperî sloganên daxwaza azadiya Abdullah Öcalan hatin avêtin.
Hevserokê KCDK-E Engin Sever di axaftina xwe de got ku heta ku azadiya Abdullah Öcalan were misoger kirin, dê têkoşîn bidome. Wî got ku çalakiyên ku salan e li pêşiya Konseya Ewrûpayê tên meşandin dê berdewam bin û Konseya Ewrûpayê divê biryara AİHM’ê ya “Mafê Hêviyê” bicîh bîne.
Hevseroka KCDK-E Zübeyde Zümrüt jî got ku Konseya Ewrûpayê berpirsiyar e ku biryarên xwe bisepîne. Wê diyar kir ku statûya Abdullah Öcalan bi nasname, azadî û statûya siyasî ya gelê Kurd re girêdayî ye û gavên ku werin avêtin dikarin pêvajoya heyî bihêzin.
Axêvera TJK-E Ayten Kaplan, parêzerê Abdullah Öcalan Ömer Güneş û hevserokê KNK Ahmed Karamus jî daxwaza sepandina biryara “Mafê Hêviyê” kirin. Parêzer Ömer Güneş got ku Konseya Ewrûpayê berpirsiyar e ku biryarên xwe bisepîne û Tirkiye erkên xwe yên li hember biryarên AİHM’ê pêk nayîne.
Ahmed Karamus jî got ku Abdullah Öcalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatabek girîng e û gazî Konseya Ewrûpayê kir ku di sepandina biryaran de roleke çalaktir bilîze. Wî diyar kir ku divê Abdullah Öcalan di şertên azad de beşdarî pêvajoyên muzakereyê bibe.
Hevserokê Federasyona KAWA Mehmet Çoban jî got ku saziyên Ewrûpayî divê bi prensîbên hiqûq û mafên mirovan yên xwe ve girêdayî bimînin û azadiya Abdullah Öcalan dê di asta herêmî û navneteweyî de encamên erênî biafirîne.
Çalakvanan daxwaz kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ji bo sepandina biryara AİHM’ê li ser Tirkiyeyê mekanîzmayên çavdêrî û cezayê bi kar bîne û bal kişandin ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
Share this content:



Post Comment