JI IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ DELEGASYONEKE ASTA BILIND BEŞDARÎ MERASÎMA ALÎ HAMANEY LI TAHRANÊ DIBE
Ji bo Alî Hamaney, yê ku hate ragihandin di êrîşên DYE û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye, îro li paytexta Îranê, Tehranê, merasîmeke xatirxwestinê dê bê lidarxistin. Tê payîn ku ji Iraq û Herêma Kurdistanê jî berpirsên asta bilind beşdar bibin.
Maslahatguzarê Iraqê li Tehranê Dr. Ammar Selman di daxuyaniya xwe de got ku merasîm dê li Mizgefta Îmam Xumeynî were lidarxistin û ji Iraq û Herêma Kurdistanê gelek şandên fermî dê beşdar bibin.
Li gorî Selman, di şanda Iraqê de Serokkomar Nizar Amedi, Serokê Parlamentoyê Heybet Halbusi, Parêzgarê Kerbelayê û hin fermandarên Heşdî Şebî cih digirin.
Herêma Kurdistanê jî dê ji aliyê Serokê Herêmê Neçîrvan Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî were temsîlkirin.
Nûnerê PDK li Tehranê Abdullah Akreyî jî got ku Neçîrvan Barzanî bi fermî ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve bo merasîmê hate vexwendin û ew vexwendin qebûl kiriye.
Li gorî agahiyan, merasîm dê di saet 14:00’an de dest pê bike û heta saet 18:00’an bidome. Cenazeyê Alî Hamaney dê di mizgeftê de ji bo serdana şandan amade be.
Hat ragihandin ku di merasîmê de dê axaftineke fermî neyê kirin. Şand dê dua bikin an jî demeke kurt rêzgirtinê nîşan bidin û paşê ji cihê merasîmê derkevin. Ji bo her şandê demê 10 heta 15 deqeyan hatiye diyarkirin.
Share this content:



Post Comment