JI BO ŞEHÎDAN TA’ZIYÊN KOMÎ HATIN DAMEZIRANDIN

JI BO ŞEHÎDAN TA’ZIYÊN KOMÎ HATIN DAMEZIRANDIN

Bi pêşengiya Komeleya Yên Ku Di Beşişka Medeniyetan de Kesên Xwe Winda Kirine ji bo Alîkarî, Piştgirî, Yekîtiyê û Çandê (MEBYA-DER), ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê li parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê (Bağlar) a Amedê ta’ziya komî hat damezrandin.

Ta’ziya saet 08.00’ê sibehê dest pê kir. Portreyên şehîdan li ser masayan hatin danîn. Welatiyên ku hatin cihê ta’ziyê gelek caran slogana “Şehîd namirin” berz kirin. Tê payîn ku di nav rojê de serdana komî ya ta’ziyê bê kirin.

Li taxên gundewarî yên Kabaxıdır û Arvali yên girêdayî Rezanê ya Amedê, herwiha li Kizlal a Farqînê, Pornag a Xana Axparê û Hola a Bismilê jî ji bo şehîdan ta’ziye hatin damezrandin.

Hat ragihandin ku ta’ziye dê 3 rojan bidomin.

Share this content:

Post Comment