JI BO GERÎLAYÊ HPG MEHMET HAYRÎ ÇAPAKÇUR LI ÇEWLÎGÊ SÛL HAT VEKIRIN
Ji bo gerîlayê HPG Mehmet Hayrî Çapakçur (Hakan Açan), ku şehadeta wî hatiye ragihandin, li Çewlîgê sûl hat vekirin.
Bi pêşengiya MEBYA-DERê, ji bo gerîlayê HPG Mehmet Hayrî Çapakçur, ku hat ragihandin ku di 5’ê Nîsana 2017’an de şehîd bûye, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Çewlîgê sûla sersaxiyê hat vekirin.
Di sûlê de ku gelek kes beşdarî wê bûn, ji malbata Açan re sersaxî hat xwestin.
Di sûlê de parlementerê DEM Partiyê ya Çewlîgê Ömer Faruk Hülakü axivî û got ku ew naxwazin tu malbatek zarokê xwe winda bike. Hülakü diyar kir ku divê bi hev re paşerojek were avakirin ku êdî cenaze neyên van axan, çek bêdeng bibin û siyaseta demokratîk hêztir bibe.
Hülakü anî ziman ku rêya aştiyê ji parvekirina êşan û astengkirina êşên nû re derbas dibe û got ku ew ê di vê rê de berdewam bikin.
Hat ragihandin ku sûl dê tevahiya rojê bidome.
Herwiha, ji bo gerîlayê HPG Piling Elî Varto (Mustafa Aksoy), ku hat ragihandin ku di 1’ê Mijdara 2018’an de li Garê şehîd bûye, li Kanîreşê (Karlıova) jî sûl hatiye vekirin.
Hat ragihandin ku sibê li Çêrme (Yedisu) ji bo gerîlayê YJA Star Azîme Delîl (Yasemin Göze) jî sûl dê bê vekirin.
Share this content:



Post Comment