HÊZÊN EWLEKARİYA HUNDİRÎN Û KOALÎSYONÊ OPERASYONEK Lİ DİJÎ DAÎŞÊ PÊK ANÎN
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li rojhilata Reqa’yê operasyonek li dijî hûcreyek DAÎŞê ya ku ji du kesan pêk tê hat pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya Serfermandariyê, operasyon bi hevkarî û koordinasyona Koalîsyona Navneteweyî li herêma Cedîda ya li rojhilata bajarê Reqa’yê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî wergirtina agahdariyên îstîxbaratî yên pejirandî derbarê planên êrîşên terorîstî yên vê hûcreyê de, hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin.
Rayedaran ragihand ku di dema operasyonê de endamên DAÎŞê li hêzên ewlekariyê agir vekirin û di encamê de şer çêbû. Di vê şerê de jinek birîndar bû û paşê ji ber birînên xwe jiyana xwe winda kir.
Hat diyarkirin ku lêkolîn û pirsînên li ser bûyerê hîn jî berdewam in.
Share this content:



Post Comment