HEWAYA IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ JI BO 72 SAETAN HAT GIRTIN

HEWAYA IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ JI BO 72 SAETAN HAT GIRTIN

Piştî zêdebûna tengezariya leşkerî ya di navbera Îran û Îsraîlê de, Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê ragihand ku hewaya welêt ji bo 72 saetan li hember hemû firinan hat girtin. Hat diyarkirin ku ev biryar hewaya Herêma Kurdistanê jî digire nav xwe.

Di daxuyaniya desthilatdariyê de hat gotin ku ev gav ji bo parastina ewlehiya rêwiyan û pêşîgirtina ji metirsiyên gengaz hatiye avêtin. Berpirsyaran diyar kir ku rewşa ewlehiyê ya herêmê bi baldarî tê şopandin.

Piştî vê biryarê, Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê jî ragihand ku hemû firin bi awayekî demkî hatine rawestandin. Rêveberê balafirgehê Ehmed Hoşyar got ku heta ragihandineke nû, hemû firîn û daketin hatine rawestandin.

Di heman demê de Îranê jî tedbîrên ewlehiyê yên nû li hewaya xwe girt. Li gorî agahiyên ku Ajansa Tasnim belav kirin, desthilatdarên Îranê trafîka hewayî ya ku di ser welêt re derbas dibe sînordar kirin.

Piştî nirxandinên ewlehiyê, hat ragihandin ku hewaya rojavayê Îranê heta daxuyaniyeke din dê ji bo firinan girtî bimîne. Hat gotin ku ev biryar ji ber pêşveçûnên leşkerî û fikarên ewlehiyê hatiye girtin.

Share this content:

Post Comment