HEVBENDIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN ROJHILATÊ: TÊKOŞÎNA GELÊ KURD LI SER HÊZA XWE RAWESTIYE
Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê piştî civîna xwe ya dawî daxuyaniyek belav kir û tê de got ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne encama şerên herêmî ye û ne jî girêdayî pêşbaziyên navneteweyî ye. Hevbendiyê bal kişand ku guhertinên rastîn li Îranê tenê bi hêza gelan û yekgirtina hêzên demokratîk pêk tên.
Di civîna ku di 16’ê Hezîrana 2026’an de hat lidarxistin de, pêşketinên siyasî yên Îranê, encamên şerê navbera Îran û Amerîka-Israîl, ateşbest û hewildanên ji bo peymanek nû hatin nirxandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku karaktera Komara Îslamî ya Îranê bi peymanên derveyî nayê guhertin û guherîna bingehîn tenê bi têkoşîna demokratîk a li ser bingeha îradeya gelan pêk tê.
Hevbendiyê diyar kir ku doza neteweyî û demokratîk a gelê Kurd dîrokeke dirêj û kûr heye û ev têkoşîn ji her cûre destwerdanên derveyî serbixwe ye. Her weha hate diyarkirin ku yekgirtina hêzên Kurd û hêzên demokratîk yên Îranê dê bingeha her guhertineke demokratîk a pêşerojê be.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Îranê di demên dawî de zextên xwe li ser çalakvanên siyasî û sivîl zêde kiriye, girtin û cezayên îdamê berfireh kiriye û li dijî partiyên siyasî yên Kurd li Başûrê Kurdistanê jî êrîşan domdar in.
Tevî van şertan, tevgera azadiya Kurdistanê ji têkoşîna xwe paşde neketiye. Hevbendiyê girîngiya yekîtî, hevkariya hevpar û biryargirtina hevbeş di vê qonaxê de dubare xist holê.
Di dawiyê de hat diyarkirin ku hewildanên ji bo pêşxistina xebatên hevpar, parastina yekîtîya navxweyî, pêşxistina medyayê û avakirina gotara hevpar dê berdewam bikin heta ku mafên meşrû yên gelê Kurd werin misoger kirin.
Share this content:



Post Comment