GERÎLAYÊN YJA STAR: EM Ê HER DEM LI ŞOPA HEVAL ZÎLAN MEŞIN

GERÎLAYÊN YJA STAR: EM Ê HER DEM LI ŞOPA HEVAL ZÎLAN MEŞIN

Gerîlayên YJA Star ku li çiyayên Garê têkoşîna azadiyê didomînin, di salvegera şehadbûna şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı) de, ku di 30ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anî, bîranîna wê kirin. Gerîlayan got ku rêya têkoşînê ya Zîlan ji bo têkoşîna azadiya jinan hîn jî rêber e û ew ê her dem li şopa wê meşin.

Gerîlaya YJA Starê Pervîn Bîrhat got ku şehîd Zîlan ne tenê sembola têkoşînê ye, lê her weha felsefeya jiyanê ye. Wê diyar kir ku jiyana Zîlan, hevaltiya wê û awayê têkoşînê ji bo gerîlayên jin bûye mînak û wan îro jî têkoşîna xwe li ser bingeha rêya wê didomînin. Bîrhat got ku helwesta Zîlan di dema komployê de hêzek mezin da jinan û armanca wan ew e ku kesayeta û rêbaza têkoşînê ya Zîlan bidomînin.

Delîla Bîrhat jî anî ziman ku fedayîtî tenê çalakiyek nîne, lê di hemû warên jiyanê de bi fedakarî têkoşîn kirin e. Wê got ku hişmendî û têgihiştina ku Zîlan di demeke kurt de pêşxist, îro jî girîngiya xwe diparêze. Wê diyar kir ku Zîlan ramana Rêber Apo baş fam kir û bersiveke rast da şert û mercên wê demê. Li gorî wê, erkê jinan ew e ku pratîka têkoşînê ya Zîlan biparêzin û bidomînin.

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Kobanê jî hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got ku çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan bandorek kûr li ser têkoşîna şoreşgerî hişt. Wê got ku îro gelek jin li şopa Zîlan dimeşin û kesayet û têkoşîna wê bandoreke xurt li ser tevgera azadiya jinan çêkiriye.

Zîlan Kobanê diyar kir ku şehîd Zîlan bi jiyana xwe û helwesta xwe rê nîşanî jinên têkoşer da û ne tenê ji bo jinên Kurd, lê ji bo hemû jinên cîhanê jî bûye mînakek pêşeng. Wê got ku jin îro jî cesareta xwe ji têkoşîna Zîlan digirin û têgihiştina wê ya azadî û berxwedanê hîn jî rêberiya têkoşînê dike.

Share this content:

Post Comment