GELÊ DÊRİKÊ LI DIJÎ GUHERTINA NAVÊ CIHÊN NIŞTECIHBIYÎ RAWESTIYA XWE NÎŞAN DA
Gelê Dêrikê bi çalakiyek li deriyê bajêr li dijî hewildanên guhertina navên bajar, navçe û gundên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê derketin û gotin ku ev gav mîrata dîrokî û çandî ya gelê Kurd armanc digire. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku rêz li nasname û nirxên çandî yên gelê Kurd were girtin.
Di çalakiyê de ku li ketina bajêr hate lidarxistin, beşdaran li dijî guhertina navên cihên niştecihbûnê helwesta hevpar nîşan dan. Di daxuyaniya ku mamoste Rende Hacî xwend de hate gotin ku tevî axaftinên derbarê entegrasyonê û nasandina mafên gelê Kurd de, binpêkirinên li dijî nasnameya Kurdan hîn jî didomin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hewildanên guhertina navên bajar û gundên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê nayên pejirandin û ev gav bîra dîrokî û nasnameya çandî ya gelê Kurd têk dibe. Beşdaran daxwaz kirin ku van biryaran paşde werin kişandin.
Di dawiya çalakiyê de ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hate xwestin ku ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê, mafên gelê Kurd bi pratîkî nas bike, rêz li nasname û çanda wê bigire û navên bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê wekî beşek ji mîrata dîrokî û çandî biparêze.
Share this content:



Post Comment