GAZIYÊN ŞER Û GELÊ KOBANÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN SERDAN DIKIN
Li Kobanê, gazi yên şer û gelê bajêr piştî merasîma bîranîna 69 gerîlayên HPG û YJA Star, ku di dem û deverên cuda de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne, serdana malbatên şehîdan dikin.
Îro serdanên malbatên 69 gerîlayên ku duh bi merasîmekê li Kobanê hatin bibîranîn, bi beşdariya girseyî ya gel berdewam dikin. Di van serdanan de têkoşîna gerîlayan tê bibîranîn û peyamên sersaxî û piştgiriyê ji malbatan re tên ragihandin.
Di serdana malbata Şehîd Şahîn Kobanê de, Mihemed Îsmaîl Elî, ku bi navê “Xalê Simo” tê naskirin, li ser navê gazi yên şer axivî. Elî ji Önder Apo, gelê Kurd û malbatê re sersaxî xwest û diyar kir ku ew xwe li hember şehîdan berpirsiyar dibînin. Wî wiha got:
“Em wek hevalên gazi yên şer, xwe xwedî deynê şehîdan dibînin. Em ê rêya şehîdan bişopînin. Heta ku di laşê me de dilopên xwînê bimînin, em ê ked û doza wan ji bîr nekin. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
Di serdana malbata Şehîd Welat de jî Mistefa Êto, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê, axivî. Êto diyar kir ku tu gotin nikare fedakariya şehîdan bi tevahî rave bike. Wî got ku şehîd ji bo rizgarkirina gelê xwe ji tarîtiyê canê xwe feda kirine û tekez kir ku ew ê her dem doza şehîdan bişopînin.
Bavê Şehîd Welat Kobanê jî ji bo serdanê spas kir û got: “We êş û barê me parve kir. Xwedê ji we razî be. Şehîd namirin.”
Hat ragihandin ku serdanên malbatên şehîdan li Kobanê hîn jî berdewam in.
Share this content:



Post Comment