DI ERDHEJÊN VENEZUELAYÊ DE HEJMARA JIYANÊN XWE JI DEST DAN GIHÎŞT 2 HEZAR Û 645 KESAN
Piştî erdhejên ku di 24’ê Hezîranê de li Venezuela bi pey re çêbûn, hejmara qurbaniyan her ku diçe zêde dibe. Karbidestan ragihandin ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 2 hezar û 645 kesan.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Ragihandinê ya Venezuela, di erdhejan de 12 hezar û 666 kes birîndar bûne û nêzîkî 15 hezar kes bêmal mane.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi piştgiriya tîmên navneteweyî didomin û heta niha 6 hezar û 462 kes sax ji bin enkazan hatine derxistin.
Li gorî nirxandinên destpêkê, 885 avahî ji erdhejan bandor bûne. Ji wan 189 avahî bi tevahî hilweşiyane, lê li ser avahiyên din xebatên lêkolîn û tespîtkirina ziraran didomin.
Karbidestan diyar kirin ku xebatên rizgarkirinê, tenduristiyê û alîkariya mirovahî li herêmên afetzede bê navber didomin.
Share this content:



Post Comment