DADGEHA IRAQÊ RAGIHAND: DI NAV IŞÎD’ÎYÊN HATINE ANÎN JI SÛRÎYÊ DE KURD JÎ HENE

DADGEHA IRAQÊ RAGIHAND: DI NAV IŞÎD’ÎYÊN HATINE ANÎN JI SÛRÎYÊ DE KURD JÎ HENE

Encumena Dadgehê ya Bilind a Iraqê agahdariyên nû derbarê IŞÎD’îyên ku ji Sûriyê hatine veguhestin da. Hat ragihandin ku lêkolîn li ser hezaran dosyayan tê kirin û di nav girtiyan de kesên ji neteweyên cuda hene.

Lama Fazil, berpirsiyarê Navenda Alîkariya Dadwerî ya Navneteweyî, got ku ji 5 hezar û 704 kesan ku hatine anîn, lêkolîna 2 hezar û 500 kesan hatîye temamkirin û kar li ser yên mayî didome.

Wî diyar kir ku di nav wan de Kurd jî hene û ev kes ji Sûrî, Iraq û Tirkiyeyê ne. Hê jî tê payîn ku di demeke nêzîk de dê agahdariyên berfirehtir werin belavkirin.

Li gorî dane û ragihandinên fermî, 467 kes ji wan Iraqî ne, 4 hezar û 253 kes ji Erebên ne-Iraqî ne ku piraniya wan Sûrî ne. Her wiha, 983 kes jî ji welatên din in.

Her çend hin welatan daxwaza vegerandina welatiyên xwe kirine, lê gotin ku berî ku lêkolîn bi dawî bibe û biryarên dadgehê werin dayîn, nikare prosesên radestkirinê dest pê bikin.

Share this content:

Post Comment