CENTCOM: DI OPERASYONÊN LI SÛRİYÊ DE 25 ENDAMÊN DAIŞÊ HATINÊ BÊBANDORKIRIN
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku di dawiya mehê Kanûnê de, di operasyonên leşkerî yên ku li Sûriyê hatine pêkanîn de, nêzîkî 25 endamên DAIŞê hatine kuştin an jî girtin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di navbera rojên 20–29 Kanûnê de 11 peywirên cuda hatine bicihanîn. Di çarçoveya van peywiran de, 7 endamên DAIŞê hatine kuştin, 18 kes jî hatine girtin. Di heman demê de hate ragihandin ku di van operasyonan de 4 anbarên çekan ên girêdayî DAIŞê hatine têkbirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev çalakî beşek ji berdewamkirina operasyona bi navê “Hawkeye Strike” ye, ya ku di 19’ê Kanûnê de hate destpêkirin. Operasyon, piştî ku di destpêka mehê de sê hemwelatiyên Amerîkî hatine kuştin, wek bersiva êrîşan û bi alîkariya hêzên Amerîkî û Urdinî li Sûriyê hat destpêkirin.
Share this content:



Post Comment