BBC: DI ÊRÎŞÊN BERSIVA ÎRANÊ DE 20 TESÎSÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKAYÊ ZIRAR DÎTIN
Wêneyên satelîtê yên ku ji aliyê BBC ve hatine vekolîn nîşan didin ku Îran di bersiva êrîşên ku ABD û Îsraîl di 28’ê Sibatê de dest pê kirin de gelek tesîsên leşkerî yên Amerîkayê xistine bin êrîş û zirar dane wan.
Li gorî rapora ku li ser bingeha dane û wêneyên satelîtê û nirxandinên pisporan hatiye amadekirin, di encama êrîşên Îranê yên li hember armancên li heşt welatên Rojhilata Navîn de herî kêm 20 tesîsên leşkerî yên Amerîkayê zirar dîtine.
Di raporê de hate gotin ku pergalên parastina asmanî, balafirên dagirtina sotemeniyê, radar, depoyên sotemeniyê, hangarên balafiran û cihên mayîna leşkeran di nav armancên ku zirar dîtine de ne. Pisporan dibêjin ku ev zirar bûye sedema windahiyên mezin ên aborî ku bi mîlyonan dolar tê hesibandin.
Wêney û agahiyên ku hatine vekolîn herwiha destnîşan dikin ku qada zirarê ji ya ku berê hatibû ragihandin firehtir e. Hin pisporên ewlehiyê jî bawer dikin ku jimara bingehên leşkerî yên Amerîkayê ku bûne armanca Îranê dibe ku ji hejmarên hatine eşkerekirin zêdetir be.
Di aliyekî din de, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Malî, Jules J. Hurst III, di 12’ê Gulanê de di Kongreyê de gotibû ku mesrefa şerê navbera ABD/Îsraîl û Îranê heta niha gihîştiye nêzîkî 29 milyar dolaran.
Pisporan dibêjin ku bandorên leşkerî û aborî yên şerê herêmî her ku diçe mezin dibin û giraniya vê barê darayî dikare di demên pêş de bêtir jî zêde bibe.
Share this content:



Post Comment