AMED, SERHED Û BOTAN ŞEHÎD LI MAXMÛRÊ HATIN BIRANÎN

AMED, SERHED Û BOTAN ŞEHÎD LI MAXMÛRÊ HATIN BIRANÎN

Şehîdên Amed, Serhed û Botan bi merasîmekê li Kampa Maxmûrê hatin biranîn. Di merasîmê de ku bi beşdariya bi sedan welatiyan hate lidarxistin, soza dilsoziya ji şehîdan re hate dayîn.

Merasîma bîranînê ya li Komîteya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin, bi beşdariya bi sedan welatiyên kampê û bi deqeyekî rawestaneke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rawestanê, Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Qedrî Şirîşeyî axivî. Şirîşeyî serê herî pêşîn ji Serok Apo re û ji malbatên şehîdan û hemû welatparêzan re serxweşiyê xwest û got ku gelê Kurd li hemû deverên Kurdistanê ji bo şehîdan merasîmên bîranînê û çadirên sersaxiyê ava dike.

Şirîşeyî anî ziman ku ji Amedê heta Botan û Serhedê çadirên sersaxiyê hatine avakirin û gelê Kurd li şehîdên xwe xwedî derdikeve. Wî got: “Şehîd ne tenê yên malbatên wan in, yên hemû me ne.”

Şirîşeyî di şexsê şehîdên Amed, Serhed û Botan de hemû şehîdên doza azadiyê bi rêz û minnetê bi bîr anîn û diyar kir ku ked û xebata şehîdan sayesinde gel gihîştiye vê rojê.

Şirîşeyî bal kişand ser girîngiya xebatê ji bo pêkanîna xewnên şehîdan û layiq bûna ji bo wan û careke din serxweşiya xwe ji hemû malbatên şehîdan re xwest.

Piştî axaftinan, di merasîmê de sloganên “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.

Share this content:

Post Comment