ABD LI SER KOMANDARÊN HAŞDÎ ŞABÎ CEZAYÊN ABORÎ DAN

ABD LI SER KOMANDARÊN HAŞDÎ ŞABÎ CEZAYÊN ABORÎ DAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser hin komandarên Haşdi Şabi cezayên aborî dan. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku 7 komandarên vê rêxistinê hatine lîsteya cezayan.

Li gorî daxuyaniyê, ev kes di planandin û pêkanîna êrîşên li dijî berjewendiyên Amerîkayê de rol lîstin.

OFAC jî diyar kir ku ev kes bi rêxistinên wek Hizbullah, Nuceba, Esayib Ehl el-Heq û Seyyid el-Şuheda Tugayı re girêdayî ne.

Daxuyaniyê diyar kir ku ev rêxistin di çarçoveya biryara 13224’an de wek “terorîstên global” têne nasîn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî got ku piştgirîya wan ji bo Irakeke serbixwe û stabîl dê bidome. Her wiha ji hikûmeta Bagdad hate xwestin ku gavên cidî ji bo rawestandina çalakiyên ku aramiyê herêmê xera dikin, bidin.

Share this content:

Post Comment