CIVÎNA BUDCEYÊ YA PARTIYA DEM LI MÊRDÎNÊ: ‘DIVÊ LI DIJÎ NEWEKHEVIYA HERÊMÎ RABIN’

CIVÎNA BUDCEYÊ YA PARTIYA DEM LI MÊRDÎNÊ: ‘DIVÊ LI DIJÎ NEWEKHEVIYA HERÊMÎ RABIN’

Rêxistina Parêzgeha Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM), di çarçoveya kampanyaya “Budce ji bo Nan, Aştî û Dadê” de bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re civiyaye û danûstandinên budceyê nirxand. Di civîna ku li otêlekê li navçeya Artûklû hat lidarxistin de, mijarên newekheviya herêmî, xizaniya jinan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin nîqaşkirin.

Hevşaredarê Artûklû, Mehmet Ali Amak, diyar kir ku dixwazin di çarçoveya danûstandinên budceyê yên ku li Meclîsê dest pê kirine de, pêşniyar û nêrînên pêkhateyên bajêr bistînin.

Hevserokê Parêzgeha Mêrdînê ya Partiya DEM, Nihat Gökalp, bal kişand ser girîngiya bidawîkirina şerê ku zêdetirî 40 sal in didome û girîngiya pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kiriye. Gökalp got ku aşitî berpirsiyariya hemû kesan e. Wî destnîşan kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê beşdarî çareserkirina pirsgirêkên civakî jî bibe. Gökalp got: “Divê budce ji bo gel bê veqetandin, ne ji bo şer.”

XIZANIYA JINAN HAT ROJEKIRIN

Hevseroka Parêzgeha Mêrdînê ya Partiya DEM, Nilüfer Elik Yılmaz, diyar kir ku li bajêr gelek jin ber bi xwekuştinê ve tên ajotin û hin jin jî di rewşên gumanbar de jiyana xwe ji dest didin. Yılmaz anî ziman ku xizaniya jinan yek ji sedemên van pirsgirêkan e.

Yılmaz bi tekezî got ku civakek ku jin di wê de azad nebin, nikare azad be. Her wiha diyar kir ku jin û mêr divê bi hev re xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin.

‘BAJARÊN KURDISTANÊ BI QEST HATINE PAŞDEHIŞTIN’

Parlamentera Partiya DEM a Mêrdînê, Beritan Güneş Altın, bal kişand ser girîngiya rêxistinên civaka sivîl di avakirina civakeke demokratîk de. Altın got ku di çarçoveya kampanyayê de armanc ew e ku budceyek li gorî hewcedariyên gel were amadekirin.

Altın diyar kir ku Mêrdîn ji aliyê zimanan, nasnameyan û baweriyan ve navendeke girîng e, lê ji budceyê para wê ya têr nayê veqetandin. Wê got ku newekheviya herêmî di daneyên fermî de jî xuya dike.

Beritan Altın got: “Bajarên Kurdistanê bi qest paşde tên hiştin. Divê em hemû bi hev re li dijî vê yekê derkevin.” Wê destnîşan kir ku bajarên Kurdistanê di nav wan deveran de ne ku xizaniya zarokan, ciwanan û jinan lê herî zêde ye.

Altın behsa pirsgirêkên di warên perwerdehiyê, tenduristiyê, veguhastinê, pîşesaziyê û çandiniyê de li Mêrdînê kir û got ku newekheviya herêmî bi têgihiştina komara demokratîk re li hev nayê.

Beritan Altın got: “Em dixwazin vê rewşê rawestînin. Rêya yekane ya guhertina tabloya heyî aşitî ye. Aştî ewqas hêja ye ku nikare tenê li ser milê aliyekî were hiştin.”

Civîn bi nirxandin û pêşniyarên nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên li ser danûstandinên budceyê û pêvajoyê bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment