PİŞTÎ 30 SALAN GIRTÎBÛNÊ GULAZER AKIN HAT BERDAN

PİŞTÎ 30 SALAN GIRTÎBÛNÊ GULAZER AKIN HAT BERDAN

Gulazer Akın, ku 30 salan li Girtîgeha Jinan a Bünyanê ya Kayseriyê girtî bû, hat berdan. Malbatê wê, rêveberên Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Malbatên Girtî û Mehkûman (TUHAYDER) û gelek kes li ber deriyê girtîgehê pêşwaziya wê kirin.

Di dema pêşwaziyê de, di daxuyaniya ku ji aliyê TUHAYDER ve hat dayîn de, li dijî girtina girtiyên nexweş û wan girtiyan ku berdana wan hatiye paşxistin, nerazîbûn hat nîşandan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta hemû girtiyên siyasî û Rêber Apo nebin azad, azadiya rastîn pêk nayê.

Gulazer Akın bîr xist ku hevaleke wê ku diviyabû berî wê bê berdan, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê berdana wê hatibû paşxistin û wê di girtîgehê de hiştibûn. Wê got ku ji ber vê yekê bawer nedikir ku ew jî dê bê berdan.

Akın diyar kir ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ew piştgirî dide vê pêvajoyê. Wê got: “Heta ku hevaleke me jî di hundirê girtîgehê de bimîne, ez xwe wekî keseke hatî berdan hîs nakim. Em gihîştin vê qonaxê û me tecrûbe bi dest xist. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Min ev yek di lijneyê de jî got. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ez piştgirî didim wê. Guman dikim ku tiştek ji azadiyê xweştir tune ye.”

Gulazer Akın piştî axaftina xwe kevokên spî berda asîmanê.

Share this content:

Post Comment