KESÊ KU ÊRÎŞÎ WÊNEYÊN ŞEHÎDÊN JIN KIRIBÛ HAT GIRTIN

KESÊ KU ÊRÎŞÎ WÊNEYÊN ŞEHÎDÊN JIN KIRIBÛ HAT GIRTIN

Li gorî agahiyên ku ANHA belav kirine, Nasir Tariq Etiya, yê ku tê gotin li Hesekê’yê êrîşî wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdî kiriye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve hat girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Nasir Tariq Etiya piştî êrîşa ku duh li taxa Xiwêranê li dijî wêneyên şehîdên jin pêk hat, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve hat girtin.

Roja Çarşemê li taxa Xiwêranê êrîşek li dijî wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdî pêk hatibû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, wêneyên ku bûne hedefa êrîşê ji nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li taxa Xiwêranê hatibûn birin.

Share this content:

Post Comment