381 MALBATÊN DIN VEDIGERIN SERÊKANIYÊ

381 MALBATÊN DIN VEDIGERIN SERÊKANIYÊ

Tê plansazkirin ku 381 malbatên ku ji Serêkaniyê bi zorê hatine koçberkirin, di çarçoveya karwana pêncemîn a vegerê de îro rêwîtiya xwe ber bi gundên xwe yên li Serêkaniyê, Til Temir û gundewarên Zirganê ve dest pê bikin.

Amadekariyên vegera malbatên ku li Kampa Serêkaniyê (El-Telayi), ya li bajarê Hesekê ye, dimînin, berdewam dikin. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihandine, tê payîn ku karwana pêncemîn, ku ji 381 malbatan pêk tê, îro kampê terk bike û ber bi gundên xwe ve hereket bike.

Ji bo ku veger pêk were, xebatên paqijkirina bermayiyên şer, ewlekirina rêyan û amadekirina herêmên niştecihbûnê ji bo vegera malbatan berdewam dikin. Di karwana çaremîn a vegerê de, ku roja Înê ya borî rê ketibû, zêdetirî 500 malbat hebûn.

LI PÊŞIYA VEGERÊ ASTENGÎ HENE

Dema ku pêvajoya vegerê li herêmê berdewam dike, hin malbat bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Di 10’ê Cotmehê de, 25 malbatên ku dixwestin vegerin gundê Seîd El Derbo, li gundewarên Serêkaniyê, neçar man ku li nêzî gundê xwe konan ava bikin, piştî ku leşkerên Tirkiyê destûr nedan ku ew bikevin gund.

Share this content:

Post Comment