MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A TIL TEMIRÊ ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR KIR

MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A TIL TEMIRÊ ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR KIR

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, êrîşa li dijî navenda meclîsê şermezar kir û xwest ku bûyer were zelalkirin, kesên wê pêk anîne bên nasîn û berpirsiyar bên darizandin.

Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê îro sibeh rastî êrîşê hat. Di êrîşê de amblema meclîsê hate xerakirin û li ser banê avahiyê jî agir derket.

Endamên meclîsê li ber avahiya navendê daxuyaniyekê ji çapemeniyê re dan. Di daxuyaniya ku Hevseroka Meclîsê Çınar Salih da, ji bilî malbatên şehîdan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de êrîşa li dijî navenda meclîsê bi tundî hate şermezarkirin. Hate gotin ku ev êrîş binpêkirina pîroziya navendê û nirxên wê yên exlaqî û mirovî ye.

Meclîsê xwest ku bûyer ji her aliyî ve were zelalkirin, berpirsiyarên êrîşê bên diyarkirin û kesên ku di vê bûyerê de berpirsiyar in, li gorî qanûnê bersiv bidin.

Her wiha, meclîs bang li aliyên têkildar kir ku ji bo pêşîgirtina li dubarebûna bûyerên bi vî rengî, tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyên sivîl û civakî bên girtin.

Share this content:

Post Comment