DEM PARTÎ LÊPIRSÎNÊN LI DIJÎ BÎRANÎN Û SÊLANÊ LI MECLÎSÊ RAGIHAND
Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê, Nevroz Uysal Aslan, Ayşegül Doğan û Mehmet Zeki İrmez, ji bo lêkolînkirina lêpirsîn û girtinên ku ji ber merasîmên cenaze, sêlan û bîranînên ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatine destpêkirin, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê dan.
Parlamenteran xwestin ku kiryarên hêzên ewlekariyê û desthilatdarên îdarî di pêvajoyên cenaze, veşartin, sêlan û bîranînê de li Şirnexê bên lêkolînkirin. Di daxwaznameya ku ji serokatiya komîsyonê re hatiye pêşkêşkirin de hate gotin ku di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de nasnameyên hin kesan tên eşkerekirin û cenazeyên wan ji malbatên wan re tên radestkirin. Herwiha malbatan ji bo xizmên xwe merasîmên sêlan û bîranînê li dar dixin.
Di serîlêdanê de hate bîranîn ku Wezareta Karên Hundir di bersiva pirsnameyeke berê ya mîna vê de gotibû ku tu kiryar ji bo astengkirina şîn û sêlanê tune ye. Parlamenteran nerazîbûna xwe nîşan dan ku tevî vê bersivê, pêvajoyên li Şirnexê di demên cuda de dîsa bûne mijara kiryarên hêzên ewlekariyê û rêveberiya îdarî.
Di daxwaznameyê de hate tekez kirin ku radestkirina cenazeyan ji malbatan re, diyarkirina cihê goristanan û rêzgirtina mafê xizmên miriyan ji bo bîranînê ji aliyê aştiya civakî ve girîng e.
Wek mînak, di serîlêdanê de hate destnîşankirin ku piştî sêlan û bîranînên ku di 26, 27 û 28ê Tebaxa 2026an de li Cizîrê hatin lidarxistin, 12 kes ji malbata Mehmet Halil Özen hatin vexwendin ku îfadeyên xwe bidin. Parlamenteran xwestin bê lêkolînkirin ka ev kiryar li ser malbatan zextê çêdikin an jî bandoreke tirsandinê li ser beşdariya wan a di sêlan û bîranînên pêşerojê de çêdikin.
Parlamenterên DEM Partiyê herwiha xwestin ku kiryarên têkildarî cenaze, veşartin, goristan, sêlan û bîranînan li Şirnexê bi awayekî berfireh bên lêkolînkirin. Ji bo vê yekê, xwestin ku ji Wezareta Karên Hundir, Waliyetiya Şirnexê, saziyên têkildar û rêveberiyên navçeyan agahî û belge bên wergirtin.
Daxwazeke din a parlamenteran diyarkirina tedbîrên konkret bû ku pêşî li zextên li ser malbatan di sêlan û bîranînên pêşerojê de bigire. Wan xwest ku Komîsyon ji saziyên têkildar re pêşniyaran bike û şopandina kiryarên wan misoger bike.
Share this content:



Post Comment