AMEDSPOR Ê ŞEVEKE PIŞTGIRIYÊ LI STENBOLÊ LI DAR BIXE

AMEDSPOR Ê ŞEVEKE PIŞTGIRIYÊ LI STENBOLÊ LI DAR BIXE

Amedspor, ku di Lîga Superê de pêşbaziyê dike, ragihand ku dê di 8’ê Cotmehê de li Stenbolê şeveke “Piştgiriyê” bi beşdariya berfireh li dar bixe. Armanca vê çalakiyê xurtkirina avahiya aborî û sazûmanî ya klûbê û avakirina paşeroja wê li ser bingeheke bihêztir e.

Di daxuyaniya nivîskî ya Klûba Amedsporê de hate gotin ku klûba kesk û sor bi ked û têkoşîna salên dirêj mezin bûye û veguheriye nirxeke hevpar ku di dilê mîlyonan de cih girtiye.

“EM DIXWAZIN SERKEFTINÊN WERZÎŞÎ BÊNE DOMANDIN”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civîna li Stenbolê dê ne tenê çalakiyek be, lê di heman demê de bangewaziyek e ji bo xwedîderketina li paşeroja klûbê. Hate gotin ku Amedspor bi piştgiriya civaka xwe ya ku baweriya xwe bi klûbê aniye û di demên herî dijwar de jî piştgirî daye, gihîştiye asta ku îro lê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo ku serkeftinên werzîşî yên klûbê di Lîga Superê de bên domandin, avakirina avahiyeke xurt, sazûmanî û domdar berpirsiyariyeke hevpar e. Her wiha hate destnîşankirin ku armanc ew e ku paşeroja Amedsporê ne tenê bi serkeftinên îroyîn, lê bi avakirina klûbeke bihêz ku dê ji nifşên pêşerojê re were hiştin, were avakirin.

Şeva piştgiriyê ya li Stenbolê wekî gaveke girîng ji bo civîna civakê, beşdariya li paşeroja hevpar û xurtkirina avahiya sazûmanî ya klûbê hate nirxandin.

KOMÎTEYA ORGANÎZASYONÊ HAT DIYARKIRIN

Ji bo amadekarî û birêxistinkirina şeva piştgiriyê, ku beşdariya wê dê bi rêya vexwendinê be, komîteyek hatiye avakirin. Navên kesên ku di vê komîteyê de hatine erkdarkirin ev in:

  • Aziz Elaldı (Endamê Encûmena Şêwirmendiyê û Serokê DİMDER’ê)
  • Sezai Ayas (Serokê OSB’ê ya Tekstîlê ya Amedê)
  • Şeref Gökçe (Serokê GÜNTİAD’ê)
  • Süleyman Yıldırhan (Endamê Encûmena Şêwirmendiyê)
  • Melih Nazlıcan (Endamê Lijneya Rêvebiriyê)
  • Talip Sümbül

BANGA JI KARSIPARAN Û CIVAKA AMEDSPORÊ RE

Rêveberiya Amedsporê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên civaka sivîl, karsipar û alîgirên ku dilê wan bi klûbê re ye kir ku bibin beşdarên vê piştgiriya mezin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her alîkariyek ku îro ji bo Amedsporê tê kirin dê bibe bingeheke ji bo bihêztirbûna klûbê ya siberojê. Di daxuyaniyê de wiha hate bangkirin: “Em bi hev re mezin bûn, bi hev re serkeftin. Niha em paşeroja xwe bi hev re bihêztir ava bikin.”

Share this content:

Post Comment