LI MAXMÛRÊ ŞEHÎDÊN KARÊ SAÎD ÇÖMLEK Û KEREM TONKA HATIN BÎRANÎN
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Maxmûr), ji bo Mamoste Said Çömlek û Kerem Tonka, ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dane, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de Said Çömlek, ku di 13ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest daye, û Kerem Tonka, ku di 4ê Îlonê de koçî dawiyê kiriye, hatin bîranîn. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma ku li Komîteya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin, bi rawestaneke rêzgirtinê û xwendina agahiyên jiyana her du kesan dest pê kir.
Mahmud Zêwgî, ku li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve axivî, got ku xebat û kedên Kerem Tonka, ku gelek salan di şaredariya kampê de xizmet kiriye, û her wiha kedên Mamoste Said Çömlek, ku yek ji berxwedêrên zindana 12ê Îlonê bû û di xebatên perwerdehiya kampê û têkoşîna parastina Kurdî wekî zimanê dayikê de beşdarî mezin kiriye, nayên jibîrkirin.
Hevserokê kampê Cuma Bilehî jî got ku Said Çömlek û Kerem Tonka ji bo gelê kampê nirxeke mezin in û ew ê bîranîna wan bijînin.
Li ser navê malbatên şehîdan, Fatma Tonka û Yıldız Çömlek axivîn û sipasiya gelê kampê kirin ku êşa wan parve kiriye. Her duyan got ku ew ê têkoşîna kesên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane bidomînin.
Di merasîmê de peyama serxweşiyê ya Komîteya Dîplomasiyê ya KCKê hat xwendin. Piştî axaftina Hevberpirsê Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos, merasîm bi dirûşmayan bi dawî bû.
Share this content:



Post Comment