MESRÛR BARZANÎ: HÊZÊN PÊŞMERGE AMADE NE LI HEMÛ ÊRÎŞ Û XETERAN BERBIDIN
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku piştî dawîbûna mîsyona hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞê ya di bin pêşengiya DYA de li Iraq û Herêma Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge hêzeke bi hêz û amade ye ku li hember her cure êrîş û xeterên li dijî herêmê bisekine.
Mesrûr Barzanî di merasîma bingehdanîna projeyên Navenda Belavkirina Parçeyên Yedek, Navenda Kontrola Beriya Radestkirinê ya ku dê were berfirehkirin û projeya “Erbil Motor City” ya di çarçoveya Toyota de were pêkanîn de axivî.
Barzanî, dawîbûna mîsyona koalîsyona navneteweyî ya di bin pêşengiya DYA de li Iraq û Herêma Kurdistanê û vekişîna hêzên wê ji herêmê di 30ê Îlona 2026an de nirxand.
“EM Ê VÊ ALÎKARÎ Û HEVKARIYÊ JI BÎR NEKIN”
Mesrûr Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya DYA û welatên koalîsyona navneteweyî kir. Wî bal kişand ser girîngiya piştgiriya ku di têkoşîna li dijî DAÎŞê, têkbirina rêxistinê, pêşxistina kapasîteya Hêzên Pêşmerge û parastina Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye dayîn.
Barzanî vê piştgiriyê wekî “erkeke pîroz” binav kir û got: “Em ê vê alîkarî, piştgirî û hevkariyê qet ji bîr nekin.”
Barzanî got ku dawîbûna mîsyona hêzên koalîsyonê nayê wê wateyê ku têkiliyên bi welatên heval re jî bi dawî dibin. Wî diyar kir ku dê ev têkilî di qadên cuda û bi awayekî nû de bidomin.
“PÊŞMERGE LI HEMÛ ÊRIŞAN BERBIDIN AMADE YE”
Barzanî got ku Iraq dê têkiliyên xwe yên aborî, çandî, siyasî, ewlekariya û leşkerî bi DYA, welatên Ewropayê û welatên endamên koalîsyonê bi awayên nû bidomîne. Wî diyar kir ku Herêma Kurdistanê jî, wekî parçeyeke çalak û bandorker a hikûmeta Iraqê, dikare di pêşxistina van têkiliyan de beşdar bibe.
Barzanî her wiha behsa nirxandinên li ser zêdebûna xeterên ewlekariyê li ser Herêma Kurdistanê piştî vekişîna koalîsyonê kir. Wî got ku xetera DAÎŞê hîn jî berdewam e û ev nayê wê wateyê ku êdî tu xeterên ewlekariyê tune ne.
Barzanî got ku kapasîteya hêzên Iraqê li gorî berê baştir bûye û got: “Hêzên Pêşmerge jî hêzeke bi hêz û bihêz e ku amade ye li hember her cure êrîş an xetereya li dijî Herêma Kurdistanê bisekine.”
Share this content:



Post Comment