BALAFIRA BER BI TEL AVÎVÊ VE ÇÛBÛ LI EREBISTANA SIÛDÎ YE XWE LI TABÛKÊ DANÎ
Balafireke rêwiyan a FlyDubai ku ji Dubayê ber bi Tel Avîvê ve diçû, piştî bûyereke ku di dema firînê de qewimî û hîn jî hûrguliyên wê nehatine zelalkirin, ber bi Balafirgeha Tabûkê ya Erebistana Siûdî ve hate arastekirin û li wir daket. Hat ragihandin ku hemû rêwiyên balafirê ewle ne.
Hat gotin ku balafira bi hejmara firîna FZ 1073 ji Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê ber bi Balafirgeha Ben Gurion ve diçû, lê di dema firînê de “bûyerek” qewimî û piştî wê balafir ber bi Tabûkê ve hate arastekirin.
Di medyaya Îsraîlê de hat îdîakirin ku bûyer ji ber pevçûna di navbera pîlot û alîkarê pîlotê de derketiye. Di hin nûçeyan de jî hat îddîakirin ku sînyala rewşa awarte ya balafirê çalak bûye û hin rêwiyan ji bo ji hev veqetandina pîlotan destwerdan kiriye. Van îddîayan heta niha ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.
ÎSRAÎL BALAFIRÊN ŞERÊ RAKIRIN
Li gorî Kanal 12 û KANê yên Îsraîlê, di dema bûyerê de ji ber ihtîmala ku balafir hatibe revandin, balafirên şer ên Îsraîlê hatin rakirin. Lê hat ragihandin ku ihtîmala revandina balafirê di demeke kurt de ji holê rabû.
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku rewş di bin kontrolê de ye û ji bo ku rêwî bi ewle vegerin welatê xwe, xebatên pêwîst didomin. Herwiha hat ragihandin ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu di dema bûyerê de bi wezîrên têkildar re têkiliyê danîbû.
ÎDDÎAYA PEVÇÛNÊ DI NAVBERA PÎLOTAN DE
Di medyaya Îsraîlê de nûçe belav bûn ku hin rêwî hewl dane pevçûna di navbera pîlotan de bidin sekinandin û wêneyek ji kincê xwînrêj ê yek ji rêwiyan jî hatiye belavkirin.
Kanal 12 herwiha îddîa kir ku rayedaran li ser ihtîmala ku yek ji pîlotan hewl daye balafirê biavêje jî lêkolîn dikin. Lê ev îddîa jî heta niha bi awayekî serbixwe nehatîye piştrastkirin.
Li gorî daneyên şopandina firînê, balafir di dema rêwîtiyê de ji bilindahiya nêzî 34 hezar piyan di demeke kurt de daketiye bin 17 hezar piyan.
Ji ber ku bûyer di demekê de qewimî ku şerê di navbera Îsraîl û aktorên din ên herêmê de berdewam e û hilbijartinên li Îsraîlê nêzîk dibin, fikarên ewlehiyê jî zêde bûn. Rayedar û şirketê balafirê hîn li ser hûrguliyên bûyera ku di balafirê de qewimî daxuyaniyeke berfireh nedane.
Share this content:



Post Comment