WEZARETA PARASTINÊ YA IRAQÊ: HEMÛ AMÛRÊN LI BINGEHA VICTORIA HATIN VEKIŞANDIN

WEZARETA PARASTINÊ YA IRAQÊ: HEMÛ AMÛRÊN LI BINGEHA VICTORIA HATIN VEKIŞANDIN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê, General Yahya Resûl, li ser pêvajoya vekişîna hêzên DYA û Koalîsyona Navneteweyî ji Iraqê daxuyanî da. Resûl got ku ji 30ê Îlonê ve tu leşker an berpirsê girêdayî Koalîsyonê li ser axa Iraqê nemîne.

Resûl ku bi medyaya Iraqê re axivî, diyar kir ku vekişîna temam ji encama xebatên hikûmeta Iraqê û artêşa wê pêk hatiye.

Resûl ragihand ku hemû balafir û amûrên hewayî yên hêzên Koalîsyonê ji Bingeha Leşkerî ya Victoria ya li Balafirgeha Bexdayê hatine vekişandin. Wî got ku ji niha û pê ve artêşa Iraqê dê bingehê ji bo parastina serweriya axa welat û qada hawayî bikar bîne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê herwiha got ku amûrên nûjen û teknolojiya pêşketî yên ji bo parastina xetên sînorê tên bikaranîn hatine xurtkirin. Wî diyar kir ku balafirên Hêzên Hewayî yên Iraqê dê di operasyonên li dijî “bermayiyên terorê” de pêşengiyê bikin.

Yahya Resûl got ku di vê qonaxa nû de hemû kontrola ewlehiyê ya li welatê di destê hêzên Iraqê de ye û destnîşan kir ku serweriya qanûnê ji bo hemû kesan derbasdar e û tu kes li ser qanûnê nîne.

Share this content:

Post Comment