LI SER KOMÎSYONA HAKEMAN A NAVENDÎ LÊPIRSÎN: SEROK Û 7 ENDAM HATIN BINÇAVKIRIN
Serokê Komîsyona Hakeman a Navendî (MHK) ya girêdayî Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Ferhat Gündoğdu û 7 endamên MHKê di çar bajaran de, bi navenda Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna bi navê “Dosyaya Hakeman” de hatin binçavkirin.
Lêpirsîn ji aliyê Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Aborî ya Polîsê Stenbolê ve, di koordinasyona Dozgeriya Giştî ya Komara Stenbolê de tê meşandin. Di çarçoveya lêpirsînê de îdiayên li ser hin gumanbaran yên “azardana kesê” û “sextekariya di belgeya fermî de” hatin lêkolînkirin.
Di encama lêkolînên çavkaniyên vekirî, xebatên MASAK û HTS, daxuyaniyên gilîkar û şahidan û tesbîtên pisporan de hate nirxandin ku Serokê MHKê Ferhat Gündoğdu û hin hakem û çavdêran dikarin bi îdiayên sûcê yên di dosyayê de têkildar bin.
Piştî vê, li navnîşanên ku li Stenbol, Enqere, Xarpêt û Manîsa hatibûn diyarkirin operasyon hat kirin. Di operasyonê de, ji bilî Serokê MHKê Ferhat Gündoğdu, Serokê Komeleya Hakemanên Aktîf a TFFê Ferdi Karadoruk, cîgirê berê yê Serokê MHKê Ahmet Şahin, endamê berê yê MHKê Yunus Yıldırım, berpirsê Perwerdehiyê û Herêma 4an a TFFê Sebahattin Şahin, berpirsê Teşkilatê yê Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hakem û Çavdêran a TFFê Alican Sağlar û Serokê Komîteya Hakeman a Parêzgeha Stenbolê ya Komeleya Hakem û Çavdêran a TFFê Emre Kosif jî hatin binçavkirin.
Gumanbar ji bo pêvajoya lêpirsînê birin navenda polîsê.
TOMARÊ PEYAMAN DI DOSYAYÊ DE HATIN BIKARANÎN
Di çarçoveya lêpirsînê de hate ragihandin ku hin tomarên peyaman ên gumanbaran jî ketine dosyayê.
Di lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Betêya Neqanûnî û Sûcên Werzîşê ya Dozgeriya Giştî ya Komara Stenbolê ve tê meşandin de, hin tomarên peyaman hatin lêkolînkirin.
Di yek ji peyaman de hate dîtin ku hakem G.H.E di 15ê Gulana 2025an de ji Serokê Komeleya Hakemanên Aktîf a TFFê Ferdi Karadoruk dixwaze ku pirsên îmtîhana hakemtiyê bişîne. Di bersiva wî de Karadoruk got ku pirsan ji Kosif xwestiye û dê careke din jî bixwaze.
Di peyameke din a bi dîroka 19ê Gulana 2025an de jî hate destnîşankirin ku G.H.E pirsan bi bîr xistiye. Karadoruk jî nivîsand ku ew ê ji Emre Kosif careke sêyem pirsan bixwaze û piştî ku bernameya 19ê Gulanê biqede dê vegere.
Di peyameke din a ku di dosyayê de cih girtî de, hate dîtin ku Karadoruk li ser endamê komîteya hakeman a parêzgehê Mehmet Çaylak daxwaz kiriye ku ew ji bo çavdêriyan nehêle û pêşniyar kiriye ku ji bo istifakirina wî zext bê kirin.
Hat ragihandin ku pêvajoya karê gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine binçavkirin li navenda polîsê berdewam dike.
Share this content:



Post Comment