PJAK, YRK Û HPJ SERDANA ŞEHÎDGEHAN KIRIN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), ji ber salvegera çaremîn a şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” serdana Şehîd Arîn û Şehîd Jîrwan Şehîdgehê kirin.
Di serdana ku gerîlayên YRK û HPJ di şeva 15’ê Îlonê de pêk anîn de, kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Di merasîma hat lidarxistin de li ser gorên şehîdan mûm hatin vêxistin û bîranîn û rêya têkoşîna wan careke din hatin nûkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” di 16’ê Îlona 2022’an de, piştî ku Jîna Emînî ya qeydî navçeya Seqizê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hat kuştin, li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir. Hate gotin ku şoreş di demeke kurt de li seranserê Îranê û herêmê belav bû.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” tenê bertekek li dijî kuştina Jîna Emînî nebû, lê bû dengê jinan, ciwanan û hemû kesên ku ji bo azadî û jiyaneke azad rabûn ser xwe. Hate gotin ku şoreş bi bîranîna şehîdan û berxwedana gel berdewam kir û bû yek ji sembolên têkoşîna azadiyê.
Di çarçoveya salvegera çaremîn de, gerîlayan li ser gora her şehîdekî mûm vêxistin. Di merasîmê de peyman û soza domandina têkoşîna azadî û rizgariyê û meşîna li ser şopa şehîdan careke din hat nûkirin.
Share this content:



Post Comment