LI BAJARÊN SERHETÊ ŞEHÎD HATIN BÎRANÎN
Ji bo kesên ku di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarên Serhetê bernameyên bîranînê didomin. Li Wan, Erdîş, Qelqelî, Bedlîs, Mûş, Erzirom û Agirî hatin lidarxistin. Ji bilî malbatên şehîdan, jin, ciwan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û hezaran welatî beşdarî van çalakiyan bûn.
WAN
Li Wanê, bernameya bîranînê ya ku bi pêşengiya MEBYA-DERê li Salona Dawetê ya Radoyê hat lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.
Li ser masayên cihê bîranînê wêneyên şehîdan hatin danîn. Pankartên bi nivîsên “Em şehîdan bibîr tînin” û “Şehîd namirin” û posterên Rêber Apo jî hatin daliqandin. Ji sibehê zû ve welatiyên ku beşdarî bernameyê dibûn bi dirûşmên “Şehîd namirin” ketin salona bîranînê.
Endamên Meclisa Dayikên Aştî jî bi kilam û zîlqînan li cihê bîranînê meşiyan û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Bernameya ku jin û ciwan bi girseyî beşdarî wê bûn, dê sibê bi bîranîna girseyî bi dawî bibe. Tê gotin ku cihên sersaxiyê yên li Erdîş, Qelqelî û Çaldiranê jî dê tevlî bîranîna girseyî ya Wanê bibin.
ERDÎŞ
Li Erdîşa Wanê bernameya bîranînê ya bi pêşengiya MEBYA-DERê di roja xwe ya duyemîn de bi beşdariya girseyî berdewam kir.
Li Salona Dawetê ya Karnavalê pankartên bi nivîsên “Em şehîden azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û “Şehîd ronîya me ne” hatin daliqandin.
QELQELÎ
Li Qelqelî û Seravê, di roja duyemîn a cihên sersaxiyê yên ji bo şehîdan hatine avakirin de çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Bernameyên ku hezaran kes beşdarî wan bûn bi rêzgirtinê dest pê kirin û bi dirûşmên “Şehîd namirin” berdewam kirin.
Hevserokê DEM Partiya Wanê Veysi Dilekçi got ku gelê Kurd bi dayîna berdêlên mezin gihîştiye roja îro û mîrata şehîdan dê bidome.
Dilekçi diyar kir ku beşdariya Rêber Apo ya îro di maseya pêvajoya çareseriyê de bi saya têkoşîna şehîdan mimkun bûye û got: “Şehîdên me rêyekê nîşanî me didin û em ê bê rawestan li ser wê rêyê pêş ve biçin.”
Piştî axaftinan sinevizyon hate nîşandan û bername bi dirûşman bi dawî bû.
BEDLÎS
Li Bedlîsê bernameya bîranînê ya li Salona Dawetê ya Gökte Ada di roja xwe ya sêyemîn de berdewam kir.
Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî bûyerê bûn. Li ser masayên ku bi rengên zer, sor û kesk hatibûn xemilandin wêneyên şehîdan hatin danîn.
Di serdana ku di çarçoveya bernameyê de piştî rêzgirtinê hat kirin de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hat gotin. Tê payîn ku bîranîn piştî mevlît û nîşandana sinevizyonê bi dawî bibe.
MÛŞ
Li navenda Mûşê û li navçeyên Gimgim, Kop û Milazgirê, bernameyên bîranînê yên bi pêşengiya MEBYA-DERê di roja xwe ya duyemîn de berdewam kirin.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kirin. Li salonan posterên Rêber Apo û pankartên bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin. Wêneyên şehîdan li ser masayan hatin danîn û welatiyan li ber wêneyan gulên qerenfil danîn.
Hat ragihandin ku bernameya bîranînê ya Mûşê dê sibê li Milazgirê bi bîranîna girseyî û mevlîtê bi dawî bibe.
ERZIROM
Li navçeya Qereyazi ya Erziromê, bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo şehîdan bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Ciwan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” beşdarî bernameyê bûn ku bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî nîşandana sinevizyonê û xwendina dualên mevlîtê bername bi dawî bû.
AGIRÎ
Li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, bernameyên bîranînê yên sê rojî bi dawî bûn.
Li Bazîdê li Mala Sersaxiyê ya Hacî Arasê, li Panosê jî li Mala Sersaxiyê ya Goristanê bernameyên bîranînê sê rojan ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin ziyaretkirin. Di van çalakiyan de jin û ciwan bi girseyî beşdar bûn, wêneyên şehîdan li salonan hatin danîn û welatiyan sersaxî ji malbatan re xwestin û piştgiriya xwe nîşan dan.
Di roja dawî ya bernameyan de bîranînên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi rêzgirtinê dest pê kirin de sinevizyonên derbarê jiyan û têkoşîna şehîdan hatin nîşandan.
Bernameyên sê rojî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bûn.
Share this content:



Post Comment