MUSTAFA KARASU: PÊVAJOJEKE KU BI AZADIYA RÊBER APO NEQEDESE NÊZÎKÎ ENCAMÊ NABE
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu, ji bo ku Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk pêş bikeve, divê Abdullah Ocalan bi awayekî çalaktir beşdarî pêvajoyê bibe û nêrînên wî rasterast bigihîjin raya giştî. Karasu got ku qanûna çarçoveyê destpêka qonaxeke nû ye, lê pêvajoyê divê tenê bi mijara bêçekirinê neyê sînorkirin.
Karasu bersiva pirsên Medya Haberê da û li ser gelek mijaran, ji bîranînên şehîdan û Festîvala Çanda Kurdî heta qanûna çarçoveyê ya derketiye ji Meclîsê, rola Ocalan di pêvajoyê de, nîqaşên li ser Elewiyan û paşeroja Êzidiyan li Şengalê, nirxandinên xwe parve kir.
“TÊ XWESTIN KU TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BI AŞTIYÊ BÊ ENCAMKIRIN”
Karasu diyar kir ku bîranînên şehîdan li Kurdistanê ji aliyê gel ve bi awayekî xurt tên parastin û got ku ev xwedîderketin her wiha piştgiriya Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk nîşan dide.
Karasu got ku malbatên şehîdan û gel dixwazin têkoşîna wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi aştiyê û çareseriya demokratîk bi encam bibe. Wî anî ziman ku armanca wan jî ew e ku têkoşîna şehîdan li ser bingeha demokratîzekirinê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bigihînin encameke konkre.
BEŞDARIYA BERFIREH DI FESTÎVALA ÇANDA KURDÎ DE
Karasu got ku beşdariya berfireh a Festîvala Çanda Kurdî ya li Dortmundê nîşan dide ku gelê Kurd xwedî li nasname, ziman û çanda xwe derdikeve. Wî diyar kir ku festîval her wiha nîşana xwedîderketina xurt a Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk e.
Karasu got ku festîval berhem û serkeftinên civakî û çandî yên ku têkoşîna gelê Kurd a bi salan domdar afirandiye, nîşan da.
“QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DESTPÊKEK E”
Karasu got ku wan qanûna çarçoveyê ya ji Meclîsê derketiye rexne kir, lê ev qanûn ji bo derbasbûna qonaxeke nû girîng e û di qonaxa bê de divê gavên nû bên avakirin.
Wî tekez kir ku bêçekirin beşek ji pêvajoyê ye, lê çareserî nikare tenê bi vê mijarê were sînorkirin. Li gorî Karasu, demokratîzekirin û çareserkirina pirsgirêka Kurd bingehên sereke yên pêvajoyê ne. Wî got ku siyaseta ewlehiyê ya hişk di dîrokê de yek ji astengên sereke yên li pêşiya çareseriyê bûye.
“DIVÊ RÊBER APO BI XWE BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBE”
Karasu diyar kir ku Abdullah Ocalan li navenda pêvajoyê ye û divê di qonaxa nû de rê li ber Ocalan were vekirin ku rasterast bi civaka Tirkiyeyê û civaka Kurd re biaxive û bi hêzên demokratîk, rewşenbîr û aliyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.
Karasu got ku nebûna têkiliya rasterast a Ocalan bi raya giştî re dibe sedema spekulasyonên cuda û divê hikûmet rê li ber hevditinên zêdetir û şeffaftir veke.
Wî her wiha got ku divê şertên tenduristî û ewlehiyê yên Ocalan bên guhertin û ew bigihîje şertên karê azad. Karasu got: “Pêvajoyeke ku bi azadiya Rêbertiyê neqeide nêzîkî encamê nabe.”
NÎQAŞÊN LI SER ELEWIYAN
Karasu li ser nîqaşên li ser Elewiyan jî rawestiya û îdia kir ku tevgera azadiya Kurd bi salan piştgiriya têkoşîna Elewiyan a ji bo azadiya baweriyê kiriye. Wî got ku beşeke girîng a Elewiyan Kurd in û tevgera wan ne tenê azadiya Kurdan, lê azadiya hemû nasnameyên ku li Tirkiyeyê rastî zordariyê tên diparêze.
Karasu kesên ku îmzeya daxuyaniya dawî ya ku Ocalan hedef digire kirine rexne kir û got ku helwesta gelek saziyên Elewiyan ku daxuyaniyê xwedî nedîtin, erênî ye.
“DIVÊ ÊZIDIYAN XWE-RÊVEBERIYA XWE HEBE”
Karasu di derbarê paşeroja Êzidiyan li Şengalê de nirxandinên xwe parve kir û bal kişand ser zext û komkujiyên ku civaka Êzidî di dîrokê de rastî wan hatiye.
Wî got ku dema DAÎŞê êrîşî Şengalê kir, gerîlayên wan ji bo parastina Êzidiyan ber bi herêmê ve çûn. Karasu diyar kir ku nêzîkatiya tevgera wan ya li hember Êzidiyan bi vê ezmûna dîrokî hatiye şekildan.
Karasu parast ku li Şengalê divê Êzidî xwedî xwe-rêveberiyeke li ser bingeha demokrasîya herêmî bin. Wî got ku daxwaza Êzidiyan a hebûna hêzeke xwe-parastinê ya herêmî ku bi artêşa Iraqê re entegre bibe, divê were fêmkirin û ev model dikare Iraqê jî bihêztir bike.
Share this content:



Post Comment