LI DEPÊ JI BO ŞEHÎD ROJHAT KARADENÎZ SÊLÊ TAZIYÊ HAT DANIÎN
Ji bo Rojhat Karadenîz (Veysel Doğan), ku sala 2022’an li Rojava jiyana xwe ji dest da, li gundê Qulunder ê girêdayî navçeya Depê (Karakoçan) a Xarpêtê sîteya taziyê hate danîn. Di taziyê de peyamên girêdana bi bîranîna şehîdan û domandina têkoşînê hatin dayîn.
Taziya ku bi pêşengiya MEBYA-DER li Mala Taziyê ya gundê Qulunderê hate danîn, ji aliyê Dayikên Aşitiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên parêzgeha Xarpêtê û navçeya Depê, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu û gelek kesên ji Amed, Dêrsim û Çewlîg ve hat beşdar kirin.
Ayten Kordu di taziyê de axivî û got ku fedakariyên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bingehê têkoşîna îro pêk tînin. Kordu got: “Heke îro têkoşîna me gihîştiye vê astê û têkoşînek ku heta Sûriyê dirêj dibe tê meşandin, ev bi saya têkoşîn û fedakariyên hevalên me yên şehîd pêk hatiye.”
Kordu bal kişand ser girîngiya layiqbûna têkoşîna şehîdan û got ku divê êş û şîn veguherî têkoşînê. Wê diyar kir ku têkoşîna ji bo aştiyê, civaka demokratîk û jiyana azad divê were mezinkirin.
Kordu herwiha got ku ew ê bi bîranîna şehîdan ve girêdayî bimînin û diyar kir ku ev girêdan wateya girtina berpirsiyariyeke mezintir, xebatkirina zêdetir û bilindkirina têkoşînê ye. Wê soz da ku ji bo parastina bîranîn û têkoşîna wan zêdetir bixebitin.
Share this content:



Post Comment