KNK: EM Ê XWAZEYÊN MEHDÎ ZANA BICIH BÎNIN

KNK: EM Ê XWAZEYÊN MEHDÎ ZANA BICIH BÎNIN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser mirina şaredarê berê yê Amedê û siyasetmedar Mehdi Zana peyameke serxweşiyê weşand.

KNKê di peyama xwe de destnîşan kir ku Mehdi Zana di xebatên siyasî û welatparêziyê de li Kurdistanê xwedî cihekî girîng bû. KNKê bi bîr xist ku Zana di navbera salên 1977 û 1980an de şaredariya Amedê kir û di serdema derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de hat girtin û rastî îşkenceyên giran hat.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Zana demeke dirêj li zindanên Amed, Aydin, Afyon û Eskişehirê ma û bi tevahî 16 salên jiyana xwe di zindanan de derbas kir.

KNKê diyar kir ku Zana piştî derketina ji zindanê, ji ber zext û êrîşên dewleta Tirkiyeyê neçar ma ku li Ewropayê bijî. Hate gotin ku li Ewropayê jî xebatên xwe di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de domand û di xebatên yekîtiya neteweyî de roleke girîng lîst. Her wiha piştgirî da pêvajoyên Rojhilat, Başûr û Rojava.

KNKê sersaxiya xwe ji malbat, dost û hemû gelê Kurdistanê re xwest.

KNK peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Mehdî Apo, çavên te li paş nebin; em ê li pey te bimeşin, xwazeyên te û wesiyetên te bicîh bînin.”

Share this content:

Post Comment